Şandeke ji ENKSê çû Fransayê

Şandeke ji ENKSê çû Fransayê

Şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Parîsa peytaxta Fransayê bi rayedarên Wezareta Derve ya Fransa re civiyan.

A+A-

Şanda Encûmena Kurd li Sûriyê, bi serokatîya Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKS Kamîran Haco û endamê Komîteyê Îbrahîm Biro,  ligel berpirsên dosyaya Sûriyê di Wezareta Derve ya Fransa de, bi giştî rewşa şerê 8 salî li Sûriyê û pirsa Kurd gotûbêj kirin.

ENKSê ji Fransa daxwaz kir ku mafê gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de parastî be.

Li ser helwesta Fransayê Kamîran Haco got, Fransa piştgîriya xwe ji mafên Kurdan nîşan dide, lê ew ji bo awayê sîstema hikumraniyê li Sûriyeya pêşeroj ti sîstemekê pêşkêş nake û wê ji biryara Sûriyan bixwe re dihêhe.

Li ser pêşeroja rojhilatê Firatê Haco da zanîn, Fransî dixwazin hêzên Amerîkî li rojhilatê Firatê bimînin, ji ber ku wê demê hêzên Fransî jî dê bimînin. Fransa nabîne ku rêveberiya li rojhilatê Firatê heye li gor tê xwastin e. Ew jî girêdayî bi hevsengiya herêmî û navdewletî û ji aliyekî din ve jî girêdayî awayê rêveberina PYDê ji wê rêveberiyê re ye.

Herwiha got: Fransayê xwast nerîna ENKSê li ser awayê avakirin û rêvebirina herêma ewle bizane. Me jî got, ji bo rola ENKSê di wê deverê de hebe, pêwîstî bi danûstandinên Kurdî – Kurdî û danûstandinên Kurdî bi pêkhateyên herêmê re heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin