Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Enqerê kir

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Enqerê kir

.

A+A-

 Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bi rayedarên Tirkiyê re bicive, serdana Enqerê kir.

Li gor zanyariyan, şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslîm, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk tê.

Herwiha biryar e îro şanda Herêma Kurdistanê bi rayedarên bilind ên Tirkiyê re bicive.

Hat zanîn ku di civînan de mijarên weke pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî, asayîşa sînor, hêsankariya zêdetir ji bo hatûçûna welatiyan bên gotûbêjkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin