Şandeke bilind a Iraqê serdana Kurdistanê dike

Şandeke bilind a Iraqê serdana Kurdistanê dike

Şandeke bilind a Iraqê bi serokatiya Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dicivin.

A+A-

Li gor zanyariyên Rûdawê, biryar e şanda Iraqê îro Sêşemî 17ê Îlonê saet 16:00 bi rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê bigihe Herêma Kurdistanê.

Serokomarê Iraqê, Dr. Berhem Salih serokatiya şandê dike û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo Karûbarên Darayî û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Dr. Fuad Hisên û çend berpirsên din ên hikûmeta Iraqê jî di şandê de cih digirin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî derbarê serdana vê şanda Iraqê bo Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand: “Serdana serokomar serdaneke asayî ye û dê li gel serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.”

Sefîn Dizeyî herwiha got, di hevdîtinên navbera Serokomarê Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê de, dê “pêşhatên navçeyê û Iraqê” bêne gotûbêjkirin.

Bi gotina Dizeyî, herdu aliyên iraqî û kurdistanî herwiha “dê li ser wê rewşa erênî ya van demên dawî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye û bi awayekê erênî tê nirxandin, gotûbêjan bikin.”

Dizeyî diyar kir, herwiha dê derbarê rola serokomar de ku gelo dê rola wî çi be û ew dikare çi bike ku wan pêngavan bêtir ber bi pêş ve bibe, gotûbêj bêne kirin.

Li ser heman mijarê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa jî ji Rûdawê re ragihand: “Armanca sereke ya şandê gotûbêjkirina di derbarê çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.”

Faris Îsa da xuyakirin, şanda Iraqê “bi taybet dê derbarê dosyeyên petrol, bûdce û navçeyên nakok de” bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.

Pêştir biryar bû şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û têkildarî dosyeya bûdceyê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re bicive, lê belê serdana wê şanda Kurdistanê hat paşxistin.

Derbarê sedemên paşxistina serdana şanda Herêma Kurdistanê de hatiye ragihandin, ku civata wezîran a Iraqê civîn heye û piştî civînê jî Wezîrê Darayî yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike, herwiha Wezîrê Plandanînê yê Iraqê jî diçe Amerîkayê, lewma ew serdan niha nayê encamdan û bo demeke din hatiye paşxistin.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin