Şandeke Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeke Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

.

A+A-

Şandeke Komîseriya Azadiya Olan ya Amerîkî îro serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel çend berpirsên Rêveberiya Xweser û siyasî civiya.

Şanda Komîseriya Azadiya Olan ya Amerîkî, li gel EbdulKerîm Omer, Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Asya Ebdullah serkirdeya Star û Foza Yûsif, serkirdeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civiya.

Şanda Amerîkî li gel berpirsên rêveberî û siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, rewşa navçeyê û bi taybetî pêkhateyên olî û pêdawistiyên wan gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Kamal Akif, Berdevkê Desteya Pêwendiyên Derve, rewşa herêmê bi giştî li gel şanda mêvan, û di nav de binpêkirinên gurûpên girêdayî Tirkiyê li dijî xelkê navçeyê, hatine gotûbêjkirin.

Ev serdana şanda Amerîkî di demekê de ye ku li aliyekî danûstandinên aliyên siyasî yên Kurdî ji bo pêkanîna yekrêziyê berdewam in û li aliyê din jî Tirkiye gefa êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Herwiha binpêkariyên grûpên çekdar li bajarên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî didomin û li gor çavkaniyên xwecihî ew çekdar berdewam xelkê sivîl direvînin û mal û milkê xelkê talan dikin.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin