Şandeke Amerîkî bo Fuad Husên: Hêzên me li Iraqê dimînin

Şandeke Amerîkî bo Fuad Husên: Hêzên me li Iraqê dimînin

.

A+A-

Amerîka îro Şemiyê got ku hêzên wan dê li Iraqê bimînin ji bo piştgiriya hêzên Iraqî di şerê li dijî DAIŞê de.

Ev daxuyanî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo karûbarên Siyasî Colin Kahl di hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li perawîza Konferansa Diyaloga Manama li Behreynê hat dayîn.

Berdevkê Pentagonê Kolonel David Herndon jî di daxuyaniyekê de ragihand, şanda Amerîkî ku di nav de Kordînatorê Encûmena Asayişa Netewî bo Rojhilata Navîn Brett McGurk û Alîkara Wezîrê Derve yê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf jî di nav de cih digirin, tekezî li ser pabendbûna Amerîka bi hevkariya stratejîk bi Iraqê re kirin.

Herndon got jî, şanda Amerîkî tekezî li ser pabendbûna Amerîka bi hîştina hêzên Amerîkî li wî welatî kir ji bo piştevanîkirina hêzên ewlekarî yên Îraqî di berdewamiya şerê wan de bo têkbirina DAIŞê.

Niha nêzîkî 2500 leşkerên Amerîkî li Îraqê ne ku erkên wan di çarçoveya pêşkêşkirina piştgirî, rahênan û şîretan bo hêzên Îraqî û Pêşmerge de ne ji bo rûbirûyê DAIŞê ku hîn jî êrîşan wê rêxistina teroristî berdewam in, êrîşa herî dawî jî li Kerkûkê bû.

Herndon bal kişande ser wê yekê ku şanda Amerîkî dilgiraniya xwe derbarê metirsiyên li ser ewlehî û aramiya Iraqê nîşan daye.

Bexda û Washingtonê di sala 2008an de peymana Çarçoveya Stratejîk îmze kirin, piştre di sala 2009an de ket warê cibicîkirinê. Ew peyman armanc dike ku hevkariyeke hevbeş û demdirêj di warên siyasî, dîplomasî, berevanî, ewlekarî, aborî, tenduristî, teknolojî, qanûn û dadwerî de pêk were.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin