Şandeka odeya bazirganiya Kurdistanê diçe Belcîkayê

Şandeka odeya bazirganiya Kurdistanê diçe Belcîkayê

Biryar e heftiya bê şandeke bilind a Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê serdana Belcîkayê bike û dê bi odeya bazirganî û kompaniyên mezin ên wî welatî re civînan pêk bîne.

A+A-

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, di berdewamiya hewlên Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê û ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Belcîkayê de, biryar e dûşema bihê şandeke bilind a odeyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê serdana Belcîkayê bike.

 

Dilawer Ajgeyî got, ew şanda Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê li gel kompaniyên memzin ên Belcîkayê hin gotûbêjên aborî û bazirganî bikin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê herwiha da xuyakirin, şanda Herêma Kurdistanê ji aliyê Odeya Bazirganiya Voka ve hatine vexwadin ku serdana Belcîkayê bike.

 

Berî niha Odeya Bazirganiya Voka ya Belcîkayê serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

 

Di çend rojên bihorî de, şandeke Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Dara Celîl Xeyat serdana Rûsyayê kiribû û li Moskowê beşdarî di korbendeke aborî ya navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de kiribû.

 

Di çarçoveya heman serdan û korbenda aborî de ku li Moskowê birêveçûbû, Heêrma Kurdistanê û Rûsyayê rêkeftinek îmze kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin