Şandeka hevpeymaniya navdewletî çû Rojavayê Kurdistanê

Şandeka hevpeymaniya navdewletî çû Rojavayê Kurdistanê

Piştî zêdebûna gef û êrişên Tirkiyê li ser YPG û HSDê, şandeka hevpeymaniya navdewletî ya şerê DAIŞê çû Rojavayê Kurdistanê.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihandiye, şandeka hevpeymaniya navdewletî ya şerê DAIŞê ku ji komek fermandeyên serbazî yên Fransî û Amerîkî pêk hatibû, derbasî bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gorî agahiyên Rewangehê, şanda han dê bi rayedarên YPG û HSDê re li ser gef û êrişên Tirkiyê hevdîtin bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin