Şanda Rojavayê Kurdistanê li Moskowê bi Sergey Lavrov re civîya

Şanda Rojavayê Kurdistanê li Moskowê bi Sergey Lavrov re civîya

Şanda hevbeş a Meclisa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) û Partîya Îradeya Gel îro serdana Wezareta Derve ya Rûsyayê kirin û bi Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anîn.

A+A-

Derbarê naveroka civînê û dansûtandinên navbera wan alîyan li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şandeke pilebilind a Meclisa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) a li Rojavayê Kurdistanê bi serokatîya Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed ji 27ê Tebaxê ve serdana Moskow a paytexta Rûsyayê kirîye.

Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed serokatîya wê şandê dike û Hevserokê Partîya Yekîtîya Suryanî Senherîb Bersom, Cîgirê Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Hikmet Hebîb û Nûnerê MSDê li Misirê Sîhanok Dîbo endamê şandê ne.

Şanda MSDê her îro li Moskowê ligel Partîya Îradeya Gel belgeyeke hevtêgihiştinê îmze kirin.

Di konferanseke rojnamevanî de ku bi amadebûna Îlham Ehmed û Qedrî Cemîl hat lidarxistin, Serokê Partîya Îradeya Gel Qedrî Cemîl gotibû, ew dê bi hev re serdana Wezareta Derve ya Rûsyayê bikin û bi Sergey Lavrov re hevdîtinekê bikin.

Nûnerê Meclisa Sûrîyeya Demokratîk li Misirê û endamê şanda MSDê ya li Moskowê, Sîhanok Dîbo derbarê wê belgeyê de pêştir ji Rûdawê re gotibû, “ew belge çend xalên têkildarî nêrîna herdu alîyan jibo çareserîya sîyasî li Sûrîyê li xwe digire.”

Partîya Îradeya Gel partîyeke opozisyona Sûrî ye ku di Kanûna 2011an de hatîye damezrandin û Qedrî Cemîl serokatîya wê dike. Ew partî yek ji alîyên pêkhênerê Enîya Gel a bo Rizgarî û Guherînê ye û tenê parlamaneterekî wê di parlamentoya Sûrîyê de heye.

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin