Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji Efrînê vegeriya

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji Efrînê vegeriya

Şanda Parlamentoya Kurdistanê piştî serdana xwe ya bajarên Efrîn û Kobanî, vegeriya Başûrê Kurdistanê. Şanda Kurdistanê ragihandibû ku derbarê rewşa Efrînê de wê raportekê bişînin ji civaka navdewletî û aliyên peywendîdar re.

A+A-

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ku berî çend rojan serdana Efrîn û Kobanî kir û rewşa navçeyê û êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser wî bajarî ji nêzîk ve şopand, vegeriya Başûrê Kurdistanê.

 

Şanda Parlamentoya Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de bal kişand ser rewşa navçeyê û ragihand ku berî niha ji ber şer û pevçûnan nêzîka 300 hezar Erebên Sûrî hatine navçeyê û jiyan li wê derê gelekî normal bûye, lê niha rewş têk çûye û pêdiviya Efrîniyan bi hemû corekî alîkariyê heye.

 

Şandê tekez kir ku pêdiviya Xelkê Efrînê bi alîkariyê heye û daxwaz ji aliyên peywendîdar û rêxistin û komeleyên navdewletî kir ku destê hevkariyê dirêjî welatiyên Efrînê bikin.

 

Şanda Kurdistanê bang li hemû alî, partî û xelkê Kurdistanê jî kir  ku hevhelwêst û yekrêz bin û alîkariya xwîşk û birayên xwe yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê bikin ku ev daxwaza serekî ya xelkê Efrînê bi xwe ye.

 

Endamê Şanda Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, berî niha ji Efrînê ragihandibû ku derbarê zerar û ziyanên Efrînê de raportekê pêşkêşî rêxistinên navdewletî, konsulxane û balyozxaneyên welatên cîhanê dikin û gotibû: “Helwêsta civaka navdewletî cihê rexnekirinê ye.

 

Şanda Parlamentoya Kurdistanê roja Şemiyê (10.02.2018) ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ketibû rê û êvara (11.02.2018) gehiştibû bajarê Efrînê. Armanca vê serdanê ji nêzîk ve şopandina rewşa wê herêmê bû ku niha di jêr êrîşên Tirkiyê de ye.

 

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah, Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn, Partiya Komunîst Ebû Karwan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Suhrab Mîkaîl pêk tê û nûnertiya hemû fraksyonên parlamentoyê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin