Şanda Parlamentoya Ewropayê: Vegerin pêvajoya aştiyê

Şanda Parlamentoya Ewropayê: Vegerin pêvajoya aştiyê

Şanda Parlamentoya Ewropayê ku parlamenter jî tê de ne, bo piştgiriyê bidin Leyla Guvenê hatin Amedê Tirkiyê şibandin rûyê tarî yê heyvê û bang li Dewleta Tirkiyê kirin ku divê demildest vegerin pêvajoya aştiyê.

A+A-

Greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê li Tîpa E ya Girtîgeha Amedê gihişt roja 69an.

Şandeke Parlamentoya Ewropayê, digel parlamenterên Siin Fein, Partiya Karkeran û parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Martina Anderson û Julia Ward digel parêzer û parêzvanên mafên mirovan doh li Baroya Amedê civîneke çapemeniyê saz kir.

Martin Anderson got; çalakvanên gireva birçîbûnê giş daxwaz dikin ku polîtîkaya tecrîdê ji holê rabe. Em weke parlamenter, parêzer û mafnasên Îrlandî, îtalyan û îngîlîz, bang li dewleta Tirk dikin ku demildest dawî li tecrîdê bîne û demildest vegere pêvajoya aştiyê.

Julia Ward jî got ev cara sêyem e tê Tirkiyê û bi çavdêriya wê rewşa mafên mirovan her diçe xirabtir dibe. Destûrnedana hevdîtina digel Leyla Guvenê li alîyekî, polêsên ku me dorpêç kir, li me dan. Em ê behsa vê yekê li Parlamentoya Ewropayê bikin.

Owen jî Tirkiyê şiband rûyê tarî yê heyvê û got cara ewil e ku tirsa pelixandinê dikeve dilê min û got min di çavên wan polêsên ciwan de nefret dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro bo piştgiriya Guvenê, Sabahat Tuncel û Selma Irmak jî dest bi grêva birçîbûnê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin