Şampiyonê halterê: "Ez xizmetkarê hemû kurdên cîhanê me"

Şampiyonê halterê: "Ez xizmetkarê hemû kurdên cîhanê me"

Şampyonê kurd ê ji Kurdistana Îranê Kêyanûş Rustemî ku di pêşbirka halterê de li olîmpiyata Rioyê bû şampyon û xelata zêrîn wergirt, bi kurdî axivî.

A+A-

Şampyonê kurd ê ji Kurdistana Îranê Kêyanûş Rustemî ku di pêşbirka halterê de li olîmpiyata Rioyê bû şampyon û xelata zêrîn wergirt, bi kurdî axivî.

Li gorî vîdeoyekê ku di medyaya civakî de digere rojnamevanek ji Rustemî dixwaze bi kurdî biaxive û şampiyonê kurd bi zaravaya kurdiya Kirmaşanî bersiva wî dide û wiha dibêje:"Min nokeri temami kirmanşeyli ezîz im, temami kurdeyli cîhan. Xaki pay giştidan im. Xoda vakilî medal taqdîm we giştidan". "Ez xizmetkarê hemû kirmanşaniyên ezîz im, yê hemû kurdên cîhanê me. Axa bin lingên hemûyan im. Xwedê wekîl ez vê medalyayê pêşkêşî wan giştan dikim".

Lînka vîdeoyê

http://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/20160814/3842305/Sampiyone-kurd-bi-kurdiya-Kirmansani-Min-nokeri-temami-kurdeyli-cihan-im.html

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin