Şam daxwaz dike tenê li gel Kurdan gotûbêjê bike

Şam daxwaz dike tenê li gel Kurdan gotûbêjê bike

Ji bo gotûbêjkirina derbarê pirsa Kurd, hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji çend alîyên Kurdî kirîye ku serdana Şamê bikin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ji bo gotûbêjkirina derbarê pirsa Kurd, hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji çend alîyên Kurdî kirîye ku serdana Şamê bikin. Herwiha hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji Rêveberîya Xweser jî kirîye ku bêyî pêkhateyên din, razî bibe bo gotûbêjên li gel Şamê. Lêbelê berpirsekî Ereb di nav Rêveberîya Xweser de, dûr dibîne ku Rêveberîya Xweser vê daxwaza Şamê qebûl bike.

Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê her çiqas di van salên dawîn de ji Şamê dûr ketibe jî, lêbelê gotûbêj û civîn di navbera herdu alîyan de berdewam hebûye. Ev peywendî ye, piştî nemana DAIŞê û bi armanca dîtina çareserîyekê bo pirsa Kurd û çarenivîsa Rêveberîya Xweser germtir bûye û lê heta niha ti berehemek ji vê peywendîyê derneketîye.

Berî êrişa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, taybet jî Girê Spî û Serê Kanîyê, Bedran Çîya, Cîgirê Hevserokê Rêveberîya Xweser li Şamê bû. Herwiha Hemîd Hecî Derwêş, Sekreterê berê yê Partîya Pêşverû ya Kurd berî koça dawîyê, li gel şandeke partîya xwe li Şamê bû.

Li gor zanyarîyên Rûdawê, di hefteya yekem a meha derbasbûyî, nivîsîngeha taybet a Elî Memlûk, Cîgirê Serokê Sûrîyê û Rêveberê Dezgeha Emnî ya Niştimanî ya Sûrîyê, bi awayekî cuda, daxwaz arasteyî ji her yek ji partîya Pêşverû û 5 partîyên di nav ‘Hevbendîya Demokrat a Kurd’ kirin bo ku serdana Şamê bikin.

Dr. Ferîd Sedûn, mamosteyê zanîngeha Firat li Hesekê, ev zanyarî piştrast kirin û ji Rûdawê re ragihand, “Piştî ku rejîmê nekarî eşîrên Ereb li dijî Hêzên Sûrîya Demorkatîk (HSD) han bide, neçar e ku xwe nêzikî partîyên Kurdî bike. Jibilî partîyên di nav Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS), daxwaz ji partîyên din ên Kurdî hatîye kirin ku serdana Şamê bikin. Herwiha daxwaz ji kesên akademîsyen û dîyar di nav civaka Kurdî de hatîye kirin ku biçine Şamê.”

Li gor wan zanyarîyan, 5 partîyên di nav Hevbendîyê de, berî ku biçin bo Şamê pirs ji berpirsên HSDê û partîya Pêşverû kiribûn. Wan her çiqas daxwaza Şamê red nekiribin jî, lêbelê baş nedîtine ku di wê demê de biçin bo Şamê. Her li gor zanyarîyan, General Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê HSDê daxwaz ji 6 hizbên din kirine ku niha neçin bi Şamê, ji bo ku di dahatûyeke nêzîk de bikarin şandeke berfireh ji hemû partî û alîyan pêk bînin û li gel hev biçin Şamê.

Ehmed Silêman, Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Pêşverû, ji Rûdawê re ragihand, “Nêzikî mehekê berî niha, ev daxwaz arasteyî me û Hevbendîyê hat kirin. Me ew daxwaz red nekirîye, lêbelê niha zemîna serdana bo Şamê û pêkanîna guftugoyan li bar nîne. Em baştir dibînin ku serdanê paş bixin, Rûsya li navçeyê ye û danûstandinan li gel alîyan dikin. Dibe di vê heyamê de çûna bo Şamê meseleyan têkil bike.”

Li alîyekî din Rûsya û rejîma Sûrîyê, daxwaz ji HSD û Rêveberîya Xweser dikin, bi navê Kurd beşdarîyê di wan guftugoyan de bikin. Ev daxwaz jî li alîyê Kurdî bûye sedema çendîn xwendinê cuda û çendîn guman li ser çê bûne.

Serokekî partîyeke Kurdî ku nexwest navê xwe aşkere bike, dibêje, “Rûsya ji berê cidîtir hatîye ser xetê û projeyek bo çareserîya pirsa Kurd heye, lêbelê Îran dixwaze ew hewldana Rûsyayê neçe ser negire û ew erk jî xistîye stûyê Elî Memlûk ku nêzîkî Îranê ye.”

Ehmed Silêman ji partîya Pêşverû, derbarê hewldana Îranê bo têkbirina projeya Rûsyayê dibêje, “Mirov nizene vê yekê piştrast bike heta ku nezane ka çi li hegbeya Rûsyayê ye, lêbelê ji ber ku îrade û zemna danûstandinan ne cidî ye, guman ji bangewazîya rejîmê tê kirin.”

Bedran Çîya, Cîgirê Hevserokê Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, “Heta niha ti daxwaza fermî ji alîyê Şamê ve bo danûstandina negihiştîye me, lêbelê Rûsya rûniştin û guftugoyan alî bi alî, li gel Rêveberîya Xweser û Şamê dike. Ji bo ku bingehê guftugoyên herdu alîyan xweş bike. Gotara şamê berdewam rû li Kurd e, bi giştî ne weke Rêveberîya Xweser, ev jî hewldanek e bo hilweşandina rêveberîyê ye û çandina riha ji hev cudakirinê ye di navbera pêkhateyên li navçeyê.”

Jibilî gumana li ser bangewazîya bo partîyên Kurdî û rijdbûna rejîmê li ser redkirina guftugoyan li gel Rêveberîya Xweser û pêdagirtin li ser guftugoyan li gel nûnerên Kurd bi tenê, pirsgirêk li ser dîyarkirina navê pirsê jî heye di navbera herdu alîyan de.

Rêveberîya Xweser xwe ji navkirina ‘çareserîya pirsa Kurd’ vedize û pirsê weke ‘pirsgirêka rojhilatê Firatê’ binav dike. Lêbelê dewletêvê yekê red dike û dibêje, ‘hûn Kurd in û pêwîst e tenê nûnertîya Kurdan bikin û dawî li Ereb û pêkhateyên din bînin’.

Dr. Ferîd Sedûn, dibêje, “Ji ber cudahîya navlêkirina pirsgirêkan, ti nêzîkbûnek di navbera Rêveberîya Xweser û rejîmê pêk nehatîye. Rêveberîya Xweser xwe weke, desthilata navçeya rojhilatê Firatê dizane û lêbelê rejîma Sûrîyê, Rêveberîya Xweser weke îdareyeke Kurdî dibîne.”

Sedûn rexne li Kurdan digire û dîyar dike, “Kurd nizanin ka daxwaza çi dikin. Heta niha jî armanceke hevbeş a Kurdî nîne di navbera hizban de. Herwiha milmilaneya di navbera Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û ENKSê rê nade ku rêkevtinek pêk were. Ev yek jî proseya çareserkirina pirsa Kurdî li Sûrîyê zehmet dike.”

Li gor Ehmed Silêman, hem li alîyê rejîmê û hem jî li alîyê Kurdan bingeha danûstandinên cidî nîne. Dema ku rejîm bixwaze guftugo bike bang li Kurdan dike û Kurd ne alîyek, du û sê ne. Derbarê navê wê pirsa ku biryar e guftugo li ser bên kirin, Ehmed Silêman dibêje, “Eger rê bo çareserkirina pirsa Kurd bê dîtin, dibe ku gotina pêkhateyên din jî girîngîyê bibînin, lêbelê li gor Rêveberîya Xweser çareserkirina pirsa Kurd bi radeya parastina wê desthilatê girîng e ku di navçeyê de bûye emrî waqî. Ev jî zilmekê li pirsa Kurd dike.” Ehmed venaşêre ku tirsa ji hev veqetandina Kurd û pêkhateyên din ji alîyê rejîmê ve heye.

Husên Ezam, Serokê Encûmena Yasadanînê li kantona Cizîrê ku Ereb e, dibêje bagewazîya bo partîyên Kurd û rijdbûna li ser guftugo li gel nûnerên Kurd bi tenê di nav Rêveberîya Xweser deî hewleke bi bikaranîna Kurdan û ti encamekê jî nagire.

Ezam ji Rûdawê re radigihîne ku rejîm dixwaze kêşeyan di navbera pêkhateyan de pêk bîne û Kurdan ji alîyên din ên di nav Rêveberîya Xweser de veqetîne û dibêje, “Lêbelê ez ne di wê bawerîyê de me ku Kurd bi tenê biçine Şamê. Ji ber wê yekê tiştek ji wê hewldana rejîmê şîn nabe.”

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin