Salvegera rizgarkirina Kobanî

Salvegera rizgarkirina Kobanî

.

A+A-

7 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn. Kobanî ew bajar e ku Kurd hemû kirin yek û bû destpêka têkçûna rêxistina DAIŞê.

Roja Duşemê, 26/01/2015, piştî 4 mehên şerekî giran, Kobanî hate rizgarkirin û ji çekdarên DAIŞê azad bû.

Berxwedana Kobanî

Rejîma Sûriyê navê Kobanî kiribû `Eyn El Ereb`, DAIŞê jî navê `Eyn El Îslam` li Kobanî kiribû, lê bajarê Kobanî ew her du nav jî red kirin û weke navê xwe esîl û Kurdî ma.

Kobanî bi qehremaniya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û bi alîkariya Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî rizgar bû.

Êrişa giran

Ji bo rizgarkirina Kobanî ji her 4 perçeyên Kurdistanê Kurdan şehîd dan, li goristana wî bajarî jî nav û nasnameyên wan şehîdan hene.

15yê Îlona 2014an, bi çekên giran ku li Mûsilê bidest xistibûn, çekdarên DAIŞê êrîşeke giran bire ser bajarê Kobaniyê û gundewarê wê, di encamê de, derdora %80 ji wî bajarê kontrol kir û nêzîkî 500 hezar welatî koçber û derbider bûn.

Kurd li Kobanî bûne yek

Lê Kurd li Kobanî bûne yek berxwedana YPGê û YPJê û beşdarbûna Pêşmerge li kêleka şervanan di şer de hêviya serkeftinê zêdetir kir û nîşan da ku Kobanî nakeve.

Hêzên Pêşmerge 31/10/2014 bi biryara Parlementoya Kurdistanê û îmzekirina Serok Mesûd Barzanî derbasî Kobaniyê bûn, ku hejmara wan 162 Pêşmerge bû, bi gihiştina wê hêzê jî guherîn di hevkêşeya şer de peyda bû, êdî hêzên Kurdî YPG, YPJ û Pêşmerge dest bi êrîşa bo ser çekdarên DAIŞê kir û ew rêxistin têk birin.

Destpêka têkçûna DAIŞê

Piştî 134 rojan ji şerê berdewam, roja 26/01/2015an, bajarê Kobaniyê bi tevayî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û şikestina DAIŞê li Kobanî ji aliyê şervanên YPG/YPJ û Pêşmerge ve, bû destpêka têkçûna wê rêxistinê.

Di encama êrişên DAIŞê de wêraniyeke mezin Kobaniyê çêbû, lê xelkê ku ji ber şer koçberî Başûr û Bakurê Kurdistanê bûbûn, piraniya wan, piştî rizgarkirina bajêr vegeriyan û careke din dest bi jiyana xwe ya asayî kirin û bajar her di geşbûna xwe de berdewam e.

Kesên ku malên wan di şer de wêran bûbûn, bi derfetên xwe ji xwe re dîsa ava kirin, kesên ku derfetên wan tune bûn jî her wiha man û saziyên navdewletî ji bo avakirina Kobanî nebûne alîkar.

Peyama Mezlûm Kobanî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî bi boneya 7emîn salvegera rizgarkirina Kobanî peyamek belav kir û got, “7 sal di ser rizgarkirina Kobaniyê re, serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞê re derbas bûn. Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞê, dîroka serkeftinê dubare dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand, “Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in û sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞê didomin. Ji bo bidawîkirina DAIŞê pêwîstî bi seqamgiriya siyasî û aborî û erêkirina navnetewî heye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin