Salvegera Komara Kurdistan li Stockholmê hat pîrozkirin

Salvegera Komara Kurdistan li Stockholmê hat pîrozkirin

PDK-Î rêxistina Swêdê bi şahiyeke girseyî 74 salîya Komara Kurdistanê pîroz kir. Partiyên Swêdî û Kurdistanê yên çar beşan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê (PDK-Î) wek her sal îsal jî salvegera Komara Kurdistanê ku bi navê Komara Mehabadê jî tê nav kirin, pîroz kir. Nûnerên partîyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê, yên partîyên Swêdî, berpirsên dezgehên Kurdistanî, ji gelek bajarên der û dora Stockholmê kurd beşdar bûn.

Di nav beşdarên pîrozbahiyê de Hevkarî, PAK, PSK, PDK-Başûr, YNK jî bi nûner û peyamên xwe cî girtin.

Di nav axaftvanên şevê de Serokê HEVKARÎ Alî Jouma, Serokê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol, Parlamenterê Sosyal Demokratan Serkan Kose, yê Partîya Moderat Margareta Cederfeldt, yê partîya Lîberal Fredrîk Malm hebû.

Parlamenterê Kurd ewil Serkan Kose di axaftina xwe de gotinên rojên dawîn yê Qazî Muhamed yê berîya dardekirinê anî ziman:

”Ey gelê kurd û birayên min ên hêja!

Vaye ez di gavên herî dawîn ên jîyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayîya hev nekin û pişta xwe bidin hev.

Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan. Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in.

Sembola serkeftina her gel û netewekê hev girtin û yekbûn e, piştgirîya gel a gişîye.

Her gelê ku yekîtî wî nebe; ewê her tim di bin destê dijmin de be.

Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e.

Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatîya xwe, ji gelên ku rizgarbûne li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgarbûne; mîna wene.

Lêbelê yekîtîya yên ku xwe rizgarkirinê hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê êdî bindest nebin.

Bi yekîtî, nekirina hesûdîya hev û xwe nefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin.

Birayên min! Êdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin.”

Stockholm  2020/02/02

Roza Kurd Rûpela Nû

 

whatsapp-image-2020-02-02-at-12-40-51.jpeg

whatsapp-image-2020-02-02-at-12-40-52.jpeg

whatsapp-image-2020-02-02-at-12-48-54.jpeg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin