• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 11 °C
  • Hakkari 7 °C
  • Şırnak 10 °C
  • Ağrı 4 °C

.Salvegera 2 a damezrandina PDK-S

.Salvegera 2 a damezrandina PDK-S
PDK-S ê (Partîya Demokrat a Kurdistanê- Sûrîyê) li Elihê(Batmanê) salvegera damezrandina xwe a 2ê bi resepsîyoneke pîroz kir.

PDK-S ê (Partîya Demokrat a Kurdistanê- Sûrîyê) li Elihê(Batmanê) salvegera damezrandina xwe a 2ê bi resepsîyoneke pîroz kir.

 PDK-S roja 10.04.2016ê li Batmanê jibo salvegera 2ê ya damezrandina partîya xwe resepsîyonek lidarxist. Resepsîyon bi beşdarîya gelek rewşenbîr, sîyasetmedar, nûnerên partîyan û nûnerên dezgehên sivîl ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatîn pêk hat. Heyetek ku ji rêveberên PAKê Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Dr. Salih Özgökçe, Endamê Komîteya Rêvebirîya Navendî ya PAKê Vahit Aba, Endamê Meclisa Partîyê ya PAKê Mirza Akar, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir, Endama PAKê Zinet Dinçer û rêveberên Teşkîlata Batmanê ya PAKê pêkhatî jî beşdarî resepsîyonê bûn.

Di destpêkêde berpirsîyarê PDK-Sê Abdulbasit Hemo axafitnek kir û piştre jî nûnerên partîyên sîyasî axaftin kirin. Li ser navê PAKê jî pêşîyê endamê meclisa partîyê ya PAKê Mirza Akar axaftinek kir û piştre jî endama PAKê Zinet Dinçer axafinek kurt kir. Mirza Akar di axaftina xwe de wiha anî ziman;

"Di sedsalîya peymana Sykes-Picote de em ji can û dil bawer dikin ku nexşeyên heyî dê bêne guhertin; dê miletê Kurd jî wekî hemû miletên cîhanê bi awayekî birûmet li ser axa welatê, çarenûsa xwe bidest bixe û bi awayekî azad welatê xwe îdare bike. Tu kes dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire. "

Ev nûçe 597 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din