Salih Muslim wê îro derkeve dadgehê

Salih Muslim wê îro derkeve dadgehê

Birayê Salih Muslim Mihemed Muslim jî daxuyand ku wê îro derkeve dadgehê û em daxwaz dikin ku serbest bê berdan.

A+A-

Hevserokê PYDê yê berê Salih Muslim ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve navê wî ketibû lîsteya bultena sor ku bê desteserkirin. Her wiha serokê PYDê yê berê Muslim ji aliyê polîsên Çekyayê li paytex Pragê li otela ku lê dimîne hatibû binaçvkirin. Hat hînbûn ku Muslim wê îro li bajarê ku lê hat desteserkirin derkeve dagdehê.

Birayê hevserokê berê yê PYDê Mihemed Muslim jî derbarê birayê xwe de agahî dan Sputnikê: "Birayên min îro wê li dadgehek li Pragê bê darizandin. PYD ji bo Salih Muslim serbest bê berdan parêzer wezîdar kirin. Ji ber ku destura rûnişta wî ya li Fînlandiyayê heye me hin pêwendî bi dewleta Fînlandiyayê re jî danî. Ev desteserkirin nayê qebûlkirin, ji ber ku bi daxwaza Tirkiyeyê pêk hatiye. Ew hemwelatiyê Sûriyeyê ye, ji bo konferansek di derbarê Rojhilata Navîn de hatibû Pragê. Salih ji aliyê hin saziyên DYA û Inglistanê ve hatibe vexwendin. Di konferansê de ji aliye îstîxbarata Tirkiyeyê ve wêneyên wî tên kişandin û daxwazkirine ku bê binçavkirin. Em jî daxwaz dikin ku serbest bê berdan"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin