Salih Muslim û Asya Ebdullah weke hevserokên PYDê hatin hilbijartin

Salih Muslim û Asya Ebdullah weke hevserokên PYDê hatin hilbijartin

.

A+A-

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 9emîn saz kir û Salih Muslim û Asya Ebdullah weke hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.

9emîn Kongreya PYDê duh Şemiyê 18ê Hezîrana 2022an li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna 700 delegeyan destpê kir.

Asya Ebdullah û Salih Muslim îro di roja duyemîn a kongreyê li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Kongrê bi hilbijartina endamên meclisa giştî ya ku 145 kesan pêk tê dê berdewam bike.

Biryar e piştre endamên Komîteya Disîplînê ya PYDê were hilbijartin.

Salih Muslim kî ye?

Salih Muslim ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951ê de ji dayik bûye û endazyarekî kîmyawî ye. Salih Muslim, sala 1977 zanîngeha Stenbolê ya Teknîkî beşda kimyayê qedandiye.

Muslim yek ji damezrînerên PYDê ye û di 2010’an de dibe serokê wê. Di 2012yan de ji bo hevserokatiya PYDê tê hilbijartin û di 2015an de jî careke din dibe hevserokê wê partiyê.

Muslim herwiha yek ji endamên şandeya TEV-DEMê ya ji bo diyaloga ENKSê re bû.

Asya Ebdullah kî ye?

Asya Ebdullah di 1971ê de li gundê Tebke yê navçeya Dêrikê ya Qamişloyê ji dayik bûye.

Sala 2012an di kongreya 5emîn a PYDê  Ebdullah weke Hevseroka PYD ha hilbijartin. Di kongreya 6an a 2015an de jî careke din bû hevseroka PYDê.

Sala 2017an jî weke Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEMê tê hilbijartin.

Asya Ebdullah yek  endama şandeya PYNKê ya danûstandinan bi ENKSê re ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin