Salih Muslim hate desteserkirin

Salih Muslim hate desteserkirin

Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza dewleta tirk li bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê hat desteserkirin.

A+A-

Hat ragihandin ku Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza dewleta tirk li bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê hat desteserkirin.

Hevseroka Rêveberiya Federal ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif ji bo Sputnik Kurdistanê diyar kir ku nûçeyên li ser desteserkirina Salih Muslim rast in û got, Muslim gava ji bo beşdarbûna civînekê çû bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê li ser daxwaza dewleta tirk ji aliyê hêzên Çekyayê ve hat desteserkirin.

'BIRYARA DERBARÊ MUSLIM DE DADGEHA ÇEKYAYÊ DÊ BIDE'

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê jî Şaxa Interpolê ya Çekyayê ji dewleta tirk re ragihandiye ku hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim di roja 24ê Sibatê de li ser daxwaz û fermana dewleta tirk hatiye desteserkirin.

Di nûçeyê hat diyarkirin ku di derbarê girtin an jî negirtina Muslim de biryar dê ji aliyê dadgeha Çekyayê ve were dayîn û herwisa ev biryar dê ji dewleta tirk re were ragihandin. Herwisa hat parastin ku rayedarên Çekyayê ji bo îadekirina Salih Muslim ji Tirkiyeyê dosyeyên pêwîst xwestine û li ser vê yekê rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî ji bo îadekirina Muslim dest bi karûbarên îdarî kirine.

Dewleta tirk beriya niha çend hefteyan ji bo girtina Salih Muslim bultena sor derxistibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin