Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin

Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin

.

A+A-


 Kurê Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î Salih Gergerlîoglû, diyar kir ku bavê wî ji nexweşxaneyê revandine.  
 
 Polîsan di duh bi şev bi ser mala Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î de girtin û bi derbkirinê binçav kiribûn. Gergerlîoglû yê ku rewşa wî nebaş bû, rakirin nexweşxaneyê û li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê anjiyo bû. Gergerlîoglû yê tansiyona wî bilind bû, di beşa çavderiyê de dihat girtin.
 
Hat diyar kirin ku Gergerlîoglû yê ku tedawiya wî dewam dikir, ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û wî birine girtîgehê.
 
Kurê Gergerlîoglû, Salih Gergerlîoglû, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: “Bavê min ji nexweşxaneyê revandin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin