Salih Gedo: Şandeke Rojava dê seredana Herêma Kurdistanê bike

Salih Gedo: Şandeke Rojava dê seredana Herêma Kurdistanê bike

.

A+A-

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo Ji bo vekirina deriyê Sêmalka-Pêşxabûr şandeke Rojava dê seredana Herêma Kurdistanê bike.

Salih Gedo dibêje ji bo ku gotûbêjan li ser vekirina deriyê Pêşxabûrê bikin niha ew kar dikin, ku şandekê pêk bînin, û ew şand seredana Herêma Kurdistanê bike.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo beşdarî Rojava ya Rûdawê bû û di derbarê mijarê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Salih Gedo di derbarê girtina deriyê Pêşxabûr-Sêmalka de got “Deriyê Sêmalka ji bo gelê me wek riha ku xwînê dide dil e. Wek ku hûn dizanin Rojavayê Kurdistanê dorpêçkiriye, tenê deriyê Sêmalka heye, deriyekî di warê mirovî, bazirgani û çûn û hatina xelkê de çavên 4-5 milyonan li wî derî ye. Jiyana xelkê ya rojane bi wî derî ve girêdayî ye. 15 roj in ew derî hatiye girtin rewş bi rengekî xerab gelek hatiye guhertin. Yên ku fatora vê pirsgirêkê jî dide gelê me ye.”

Gedo di berdewamiya axavtina xwe de got “Em wek PYNK berîs 3 rojan me got em dê li deriyê general Mezlûm û Amerîkayê bixin û hewldanek bidin ku deriyê Sêmalka-Pêşxabûr bê vekirin. Em çûn me helwestên xwe ji wan re got û nameya gelê xwe jî gihand wan û ew jî têgihîştinê.”

Di derbarê naveroka hevdîtina bi general Mezlûm û rayedarên Amerîkî de jî wiha got “Her du jî di derbarê mijarê de têgihîştin û gotin em dê hemû hewldanên xwe bidin da ku ev derî vebibe. Em di wê hêviyê de ne xelata miletê me ya sala nû vekirina derî be.”

Li aliyê din li ser peywendiyên bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo vekirina derî Gedo got “Yek ji xwestekên me ew bû ku şandek biçe Kurdistanê û bi serokatiya herêmê re jî bicive. Niha em vê hewldanên didin ku em name û êşa miletê xwe bigihînin wan ji bo ku ev derî bê vekirin.”

Salih Gedo amaje bi wê yekê kir ku piştî hevdîtina bi Mezlûm Kobanî û rayedarên Amerîkayê re ew bi hêvî ne ku derî bên vekirin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ku di civîna 5 Partiyên PYNKê û Encûmena Sûriya Demoqratîk de, li gel fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanî de beşdar bû, ji Rûdaw re got, ku êrîşên li ser deriyê Pêşabûrê, ne li gorî xwasta ti kesekî bûye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin