Salane bi hezaran geştyar serdana Muzexaneya Dêrsimê dikin

Salane bi hezaran geştyar serdana Muzexaneya Dêrsimê dikin

.

A+A-

Muzexaneya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî 2 salan e hatiye avakirin. Di hindirê wê de nêzîkî 2 hezar parçeyên dîrokî û çandî yên vê herêmê hatine komkirin li vir hatine bicî kirin. Gelek parçe xelkê vê deverê bi xwe anîne û radestî muzexaneyê kirine. Dêrsim xwedî dîrokek kevnar e û salane bi hezaran geştyar serdana muzexaneya Dêrsimê dikin.

Rêveberê Muzexaneyê Kenan Oncel got, “Dêrsima ku dikeve jorê çemê firatê, di navbera bakur û başûr de xwediyê ciheke giring ya derbasbûnê bûye. Ji dema paleolotîk ve di hemû demên dîrokê de cihê jiyanê bûye. Ji sala 2015an ve li gorî xebatên ku me li vê herêmê dane destpêkirin û her wiha li gorî lêkolînên ku me ji sala 2020an ve destpêkirine; bermayên dîrokî yên me derxistin nîşanê me didin ku di hemû demên dîrokî de bê navber ev der cihê niştecihbûnê bûye.”

Peykerê xezal û hespê yê ku ji kevir hatine çêkirin kêlê goran e. Di vê muzexaneyê de li kêleka bermayên dîrokî her wiha motîfên behsa jiyan û çanda vê navçeyê jî dikin hatine bicî kirin. Di heman demê de ji ber ku navçe piranî Kurdên Elewî ne cihek jî ji motîfên vê baweriyê re cuda kirine.

 

Wêne: AA

Rêveberê Muzexaneyê Kenan Oncel anî ziman, “Ev muzexaneyeke gelekî ciwan e, hîn du salên xwe tijî nekiriye. Lê di nava van du salan de me hewl da em biçin her gund û navçeyên vê parêzgehê. Me hemû ew cihên dîrokî tomar kirin û gelek tişt radestî muzexaneya me hatin kirin. Piştî ku muzexane hat vekirin radestkirina bermayên dîrokî % 50 zêde bûye.”

Ev mûzexaneya ji çar beşan pêktê û rûberê xwe 5 hezar û 800 metreye di 24ê Kanûna 2020ê de hatiye avakirin Îsal mazûvaniya bi hezaran geştyarî kiriye.Di navbera 1ê Hezîranê û 31ê Tebaxa 2022ê de 20 hezar geştyarên navxweyî Tikriyê û Bakurê Kurdistan û derveyî welat û biyanî serdana vê mûzexaneyê kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin