Salane 500 ton benîştê Kurdî tê berhemanîn

Salane 500 ton benîştê Kurdî tê berhemanîn

Li Herêma Kurdistanê ku pêştir salane hezar ton benîştê Kurdî dihat berhemanîn, di van salên dawîyê de salane ji darên kezwanan ango darên benan 500 ton benîştê Kurdî tê berhemanîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Darên ben li çîyayên Kurdistanê bixwe hêşîn dibin û hema hema li tevahîya çîyayên Kurdistanê hene. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê yên weke Helebce, Hewraman, Penciwîn, Şarbajêr û Qeladizê  xelk sûdeke baş ji berhemên darên ben werdigirin. Berhema sereke ya darên ben kezwan e, ji bilî wê berhemê hosteyên tezbihan ji kezwan tezbihan çêdikin. Yek ji berhemên din a darên ben benîştê Kurdî ye.

Selah Qadir û hevalên wî her sal di destpêka werza  havînê de li deverên gundê xwe belav dibin ku ji darên ben benîştê Kurdî berhem bînin. Selah Qadir û hevalên wî hem ji karên dikin keyfê distînin û hem jî bi wî karî debara xwe dikin.

Li Helebce û Hewramanê werza berhevkirina benîştê Kurdî di dawîya meha Hezîranê de dest pê dike. Karê berhevkirina benîştê Kurdî, bi birrina beşeke ji qurmê dara benê dest pê dike. Piştî kuçeleya bi herîyê hate çêkirin bi qurmê darê vet ê daliqandin. Ji cihê ku hatîye birrin benîşt xwe berdide di navb kuçeleyê de. Ev cihê hate birrin piştî heyameke bixwe dîsa tê girtin û bi vî awayî ti zerar nagihêje dare.

Benîştê hate berhevkirin piştre di nav qazanan de ligel avê bo heyama 45 xulekan li ser agir germ dikin û berî ku av bikele dîsa hinek ava cemidî lê zêde dikin ku benîşt û av ji hev cuda bibin. Ev ava ku benîşt di nav de tê germkirin jî paşê bo dermankirina mîdeyê tê bikaranîn.

Li Helebceyê benîştê Kurdî çavkanîyeke debara xelkê ye

Li herêma Helebceyê piranîya xelkê gundên Hawar, Boyîn û Giryaneyê bi benîştê Kurdî debara xwe peyda dikin.

Xelkê gundê Hawarê, Selah Qadir Mihemed ji Rûdawê re got: “Bilindahîya gund ji ber ku zêde ye, çandinî baş nayê kirin û herwiha rez û baxçe jî kêm in. Lewma ji berê ve karê berhevkirina benîştê Kurdî li herêma me bûye çavkanîyeke girîng bo debara xelkê. Em ji bo vî karî ji bilî herêmê diçin Penciwîn, Soran û Duhokê.”

Darên ben zêdetir li deverên çîyayî hêşîn dibin. Heta ku hewa germ nebe, benîşt ji daran nayê berdan. Ligel germbûna hewayê di dawîya meha hezîranê de berhevkirina benîştê Kurdî dest pê dike û heta meheke û nîv berdewam dike.

Qadir dibêje: “Li derdora gundên Balanbo, Şînirwê, Hewraman, Hewar, Boyîn û Giryanê bi hezaran darên ben hene. Eger xebateke baş were kirin, mirov dikare salane ji van herêman 200 ton benîştê Kurdî berhem bîne.”

Ji bo pêşxistina vê pîşeyê Saleh Qadir li Helebceyê kargehek vekirîye. Li wê kargehê rojane li gor kar 6 heta 10 kesan kar dikin.

Benîştê Kurdî ji sedî 100 bi awayeke xwezayî tê berhemanîn

Selah Qadir da zanîn ku li gor xwesteka bazarê ew mehane 500 kîlo benîştê Kurdî amade dikin û dibêje: “Em ti madeyên kîmyawî têkilî benîşt nakin û ji sedî sed bi awayeke sirûştî tê berhemanîn.”

Bi gotina Selah Qadir daxwaza bo benîştê Kurdî zêde ye û salane bi nirxê 100 hezar, 5 ton benîşt difiroşe.

Qadir wiha axivî: “Li gor giranîyê em kiloyek benîştê Kurdî ku eger bi awayeke zêde be, difiroşin 21 dolarî. Bazirgan û dikandar jî kîloyekê difiroşin bi 40 dolaran. Beşek li bazara navxwe tê firotin beşek jî bo welatên din têne hawirdekirin.

Salim Elî Nazdar jî ku li Helebceyê bazirganîya benîştê Kurdî dike salane tonek benîşt difiroşe.

Nazdar dîyar kir ku peywendîyên wî ligel bazîrganan baş e û wiha pê de çû: “Dema bihayê benîşt zêde bû, gelek kesan ew kar dikir. Li Kurdistanê salane 800 heta 1000 ton benîşt dihat berhemanîn. Lê niha berhemanîna benîşt kêm bûye. Ji ber nizimbûna nirxê tumenê Îranî, nirxê benîştê tê hinardekirin jî kêm bûye. Niha salane 500 ton benîştê Kurdî tê berhemanîn.”

Salim Elî ragihand ku benîştê ku ji Îran û Çînê tê bandoreke xerab li ser benîştê Kurdî dike û firotina benîştê Kurdî ji ber wê sedemê bi qasî sedî 40 daketîye.

Elî dîyar kir ku bihayê benîştê Kurdî li gor nirxê tumena Îranê diguhere û ragihand, “Par bihayê benîşt heta 10 dolaran jî daket. Îsal jî bi 15-16 dolaran tê firotin. Tenekeke avê benîşt jî kêmtir ji 1 dolarê tê firotin.”

Benîştê ku ji Îran, Çîn û Tirkîyê tê bandoreke xerab li ser bihayê benîştê Kurdî dike

Bextîyar Mihemed Emîn ku benîştê li navçeyê tê berhemanîn difiroşe firoşgehan dibêje, “Ez salane ji cotkarên li navçeyên Qeladizê, Şarbajêr, Penciwîn û Helebcê, di navbera 20 heta 30 ton benîşt werdigirim. Ji sedê 80ê wî benîştî didim kargehan û yê mayî jî difiroşim bazirgan û xelkê. Ez salane bi bihayê 400 hezar dolaran bazirganîya benîşt dikim.”

Mihemed Emîn got ku bazirganên li navçeya Silêmanîyê jî salene bi giştî derdora 70 heta 100 ton benîşt vediguhêz in bo bazarê û dîyar jî ku eger daxwaz zêde be ew ji bazirganên Îranî benîşt werdigirin û tekez kir, ji ber ku tehma benîştê xwecihî xweştir zêdetir daxwaz li ser heye.

Jibilî kargeha Selah Qadir a li Helebcê, li Derbendîxan, Raperîn û çend deverên din jî kargehên berhemanîna benîştan hene. Kargeheke berhemanînê ya li Silêmanîyê, li Bexdayê jî şaxeke xwe vekirîye.

Xwedîyê kargeha berhemanîna benîşt a bi navê Wan a li Silêmanîyê, Hecî Yasîn Refîq dibêje, “Ez ji bazirgan û cotkaran salane 80 ton penîşt li gor bihayê bazarê, di navbera 100 heta 120 hezar dolaran dikirim. Em derdora 30 heta 40 ton benîştên xwedî tehm û giranîyên cîyawaz, difiroşin bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Tekane febrîqaya berhemanîna benîşt li Herêma Kurdistanê, febrîqeya Emîn e ku sala 2000an li Duhokê hatibû vekirin. Lê ew febrîqa jî ji ber hawirdekirina rêjeyeke zêde ya benîşt ji Tirkîyê û welatên cuda, ji neçarî hate girtin.

Xwedîyê febrîqaya Emîn, Dilovan Mehdî dîyar dike, “Me rojane bi berhemanîna 3,5 ton benîşt, 110 ton firotina kartonî dikir. Lêbelê ji ber hawirdekirina benîşt ji Îran û Tirkîyê, em neçar man ku febrîqê bigirin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin