Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Salahattin Demirtaş û Kurd bûn!

A+A-

Serokê HDP Salahattin Demirtaş, daxuyanîyek balkêş daye „Sputnik Kurdistan"ê. Daxuyanîya Salahattin demirtaş wek ku nû koka xwe û aîdîyeta xwe keşif bike, dibêje:

"Kurd im, welatê me Kurdistan e, zimanê me kurdî ye."(!)

Salahattin Demirtaş;  bi salane siyasetê dike, we rojek dîtîye Salahattin Demirtaş bi Kurdî (an jî Zazakî-dimilkî) daxuyanîyek daye?

Ez bi xwe nebûme şahid. HDP bi gelemperî bingehek asîmîlekirina Kurdan bi xwe ye. Çalakîyên xwe, daxuyanîyên xwe, civînên xwe bi tirkî dimeşînin.Ji ber ku ne bi kurdan re, bi tirkan re kar dikin(!)

 Ka îca çi qîmeta,  "Kurd im, welatê me Kurdistan e, zimanê me kurdî ye."(!) heye?

Salahattin Demirtaş, balê dikişîne ser noqteyek din jî:

Di çapemenî ya PKK û sosyal medya de, di derheqa PDK, partîyên din yên Rojavayê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistan, di derheqa Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî de çi nema ku nayê nivîsandin.."Heqaret, îhanet, Yahudîtî, ajan, xayîntî," tê nivîsandin. Ala Kurdistan ji bingeha PKK re wek „ala Barzanî „ didin nasîn û binpê dikin. Heta îro min nebihîstîye ku Salahattin Demirtaş di cîhekî de xwedî li ala Kurdistan derketîye û parastîye. Di hemû çalakî û xwepêşandanên part3iya wî de ala kurdistan qedexe ye. Bi qasî ku Milletek ev al wek sembola netewî ji xwe re pejirandîye.  Lê Salahattin Demirtaş wek ku tiştek nebûye, ji ciwanên Kurd re nesiheta dike û dibêje:

„Divê em rêzê ji hemû cudahiyên xwe re bigirin lewra divê ciwanên kurd ên bi siyasetê ve mijûl dibin, di medyaya civakî de heqaretê li serok û tevgerên kurdan nekin".

Gelo çima?

Piştî ewqes zor û zordarî ya tevgera Serdest (PKK-HDP) û helwesta wê a bi salan ku „yek partî, yek îdeolojî û yek serok" diparêze, îro Salahattin Demirtaş mecbûr bûye ku vê bêje?

Di bîra me gişan deye: Dema ku Aysel Tugluk Milletvekîlê Partîya Salahattin bû û name ji Taha Akyol re şand û Kurd şikayetî stratejîstê tirkan kir û got: „Hamasî milliyetçîyên kurdan nik davêjin ber me, nahêlin em biser kevin"(!)

Çima Salahattin Demirtaş ji vê ciwanika nav partîya xwe re negot, tu nikare tiştekî wusa bike?

Dîsa di bîra me deye: Dema ku DAİŞ êrîşî ser Kurdistan kir û xeterîyek mezin derket holê. Ji bona alîkarî û parastina axa azad devletên navnetewî ketibûn hewldana alîkarîya Kurdan!

Lê PKK li Ewrûpa kampanya vekir. Û got: „Çekan nedin kurdan, nedin Pêşmergan, nedin Barzanîyan, Wê wan çekan bidin DAİŞ"(!)

Ne tenê ev jî; çar jin bi cil û bergên kurdî birin Parlamentoya Almanya ku ji bona çekdana kurdan di civînê de bû û eynî çalakî li ber çavên cîhanê li darxistin. Min nedît carek Salahattin Demirtaw ev kirin protesto kir..

Lê piştî demekê ew çek, çûn û Kobanê rizgar kirin bi destê pêşmergan!

Salahattin Demirtaş û rêxistina ku temsîl dike: bi salane li henber partîyên din yên bakurê Kurdistan di helwestek tecrîtkirinê deye. Bi tirkan re tevdigerin û partî teslîmî tirkan kirîye. Cîgira wî, hevalbendên herî nêzî wî, şêwirmendên wî hemû tirkin. Lê dibêje:  

„Çawa em li hejmara dostên xwe yên rojavayê Tirkiyeyê nanerin gava ku em hevalbendiyê bi wan re çêdikin, em li mezinbûna yên Kurdistanê jî nanerin."(!)

Ka emê çawa bi vê gotina Salahattin Demirtaş bawerîyê bînin! Salahattin Demirtaş; hemû kursîyên milletwekîyê (sê kursî ne tê de)dane tirkan, Pir serokên Şahredarîyan ji tirkan in, berpirsîyar û şêwirmendên partîyê tirkin. Tirk di nav HDP de ji kurdan pirtir xwedî maf û xwedî postin. Ma Salahattin Demirtaş dema van gotinan dibêje, gelo li dora xwe mêze dike; çend kurdperwer li dora wî hene?

Dema „îlankirina Xweserîya Demokratîk" çêkirina „xendekan" û hilweşandina bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan, guhê xwe da qêrîna kurdperweran, an li gor provaqasyonên „çep"girên tirk ku li çep û rastên wî de bûn? Ka çi netîce derket pêşîya wî, çima vê şîrove nake?

Lê salahattin Demirtaş di dawîya gotina xwe de meramê xwe ji devê xwe bi zelalî derdixe:

„Eger îro hemû tevgerên Kurdistanî, çi biçûk çi mezin, werin û piştgiriyê bidin HDPê, em ê serbilind bibin!(!)

Banga Salahtin Demirtaş û demokratbûna wî di vê hevokê de eşkereye. Werin piştê bidin me, têkevin bin emrê me, muhalefetê nekin, piştgirîya me bikin,  emê bi vê helwesta we "serbilind" bin!

Xuyaye di derheqa „serokê"  Salahattin Demirtaş de gotinên ku li hesabên wan nayên tên gotin. Ji ber wê ev gotinên jêr kirîye kar ji xwe re:  

„Ez bi rêya we, ji hemû tevgerên kurdan re ricayekê dikim: Divê êdî di rêya çapemeniyê re bersivên nedin hev. Divê çapemeniya Kurdistanê li himberî tevgerên kurdan û serokên wan, zimanekî rêzgir bi kar bîne."

Peyvek mezinên me heye: „Kî Xerabîyê bike, Bi xwe Dike"!

We her xerabî kir û guhê xwe ji Kurd û Kurdistanîyan re girt. Îro li we vedigere ew xerabîya ku we kir û ku hûn dikin!

Lê baş xuya dike ku Salahattin Demirtaş ne xwedîyê peyva xwe ye. Mêze kin:

„Tevgerên islamî, êzîdî û elewî jî dê hebin û herwiha dê tevgerên me yên neteweperwer jî hebin. Tenê divê hay ji xwe hebin ku nekevin rêya şovenîzm û nijadperestiyê."

Divê "herkes hebe" lê bi dû de mirata tirkan tîne bîra xwe û mejî yê ku li pişt van peyvan veşartî derdikeve hole:

"Tenê divê hay ji xwe hebin ku nekevin rêya şovenîzm û nijadperestiyê."

Gelo li ku dine hûn li van peyvên vala û ji zanistîyê dûr rast tên ji xeynî wê qirêjîya ku di nav wê îdeolojîya PKK-HDP de ye?

Doza Kurd û Kurdistan dozek netewîye Salahattin Demirtaş. Xerca vê doze jî hezkirina Kurdan, hezkirina çand û zimanê Kurdî, dîroka Kurdistan, hezkirina axa Kurd û Kurdistan e. EV jî kurdperwerî û niştimanperwerîya Kurdan e.

Naverok a;"ez kurd im, ev der Kurdistan e. Zimanê min ê dayikê kurdî ye û em miletek in" jî ev bi xwe ye.

09.09.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum