Saîrun: Mihemed Elawî ti wezîrekî kabîneyê dîyar nekirîye

Saîrun: Mihemed Elawî ti wezîrekî kabîneyê dîyar nekirîye

Rêveberekî hevpeymanîya Saîrûnê ragehand, serokwezîrê hatîye erkdar kirin, heta naha ti wezîrekî kabîneyê dîyar nekirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parlamenter û rêveberê hevpeymanîya Saîrun Reidî Megsusî ji BasNewsê re ragehand, ew nûçeyên ku behsa dîyar kirina wezîr û qebûl kirina du wezîran dikin dûrin ji rastîyê.

Reidî Megsusî ragehand, ew alîyên behsa dîyar kirina çend navekan dikin, ku berpirsyartî li Iraqê wergirtine, dixwazin xwepêşanderên Iraqê zêdetir teşfîq bikin bo berdewam kirina xwepêşandan û grev girtinê.

Parlamenterê Saîrun got, Mihemed Tofîq Elawî heta naha ti kesek wek namzedê wergirtina wezaretên kabîneya xwe dîyar nekirîye û dibe vê heftîyê de dest bi proseyê bike.

Şeva 01.02.2020ê serokkomarê Iraqê Berhem Salih, bo pêkanîna hikûmeta demkî Mihemed Tofîq Elawî erkdar kir, ku cîhê Adil Ebdulmehdî de dest bi kar bibe.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin