Şahîne Bekirê Soreklî nuha jî li Stockholmê ye

Şahîne Bekirê Soreklî nuha jî li Stockholmê ye

Şahînê Bekirê Soreklî li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî derket hember nişteciyên Kurd, qala jiyan, xebat a xwe ya bi dehan sal kir.

A+A-

Nivîskar, rojnamevan û yek ji kesayetiyên naskirî yê diyasporayê Şahînê Bekirê Soreklî rêze semînerên xwe yê Ewrûpa didomîne, nuha jî li Swêdê ye.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneye Kurd li Stockholmê duh êvarê li Kitêbxaneya Kurdî, Şahînê Bekirê Sorekî derxist hember kurdên Stockholmê. Gelek rewşenbîr, siyasetmedarên Kurd bi taybetî jî yê bakur û rojavayê Kurdistanê di salonê de ciyê xwe girtin.

ahine-bekire-sorekli2x.jpeg

Şahînê Bekirê Soreklî qala jiyana xwe kir, bi eslê xwe ji kudera Kurdistanê ne, di malbatek çewa mezin bûye, qala derketina xwe ya derveyê welat û çûyîn û bi cî bûna xwe ya Avusturalyayê kir. Qala xebatên xwe yê edebî, weşanî û Kurdayetiyê kir. Bi dengê xwe yê xweş, bi Kurdîya xwe ya paqij û zelal hinek helbest û kurteçîrokên xwe xwend û çîrok û strana Dewrêşê Evdî weke ku li Radyoya Kurdî li Sydneyê be, wek tiyatroya radyoyî pêşkêş kir.

Herî dawî jî gotarek li ser hişmediya Kurdî ya heta nuha û pêdiviya guhertina wê ya li gor guherînên dinyayê kir. Di vî warî de li gor xwe him rexne û him jî bendewariyên xwe yê ji hêzên siyasî yên Kurdistanî û ji siyaseta kurdî kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin