Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Şagirtê Bedirxan im

A+A-

Konê Reş


 Ez nebawer im ku malbat wek malbata Mîrê Cizîra Botan Mîr BEDIRXAN, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de.. Di encam de tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan çûn ber dilovaniya Xwedê. Min jî, ev helbesta bi navê (Şagirtê Bedirxan im/ 1996), ji bo zarokên welatê xwe di duyemîn dîwana xwe a zarokan de ku, eynî nav hildigire belav kiriye.. Fermo bixwînin:


Ez pêşmergê welat im 
Gerîlayê felat im
 
Welatê min Kurdistan 
Warê bav û bapîran


Dêrsim, Zaxo û Botan 
Hewlêr, Seqiz û Dokan
 
Sûndê dixwim bi Yezdan 
Xwedanê şev û rojan
 
Ez ê hildim ala wan 
Bi parêzim banê wan
 
Azadxwazim, ne şerxwaz
Armanca min aştîxwaz


Ez şagirtê welat im 
Roja cengê lebat im
 
Cangorî û xelat im 
Li ser rê me va hat im
 
Ta ji min bê bi himet 
Bi parêzim bê minet
 
Zimanê bav û kalan 
Bi vejînim ji talan
 
Dildarê Niştiman im 
Ji bo gel ez derman im
 
Zaz û Sor û Goran im 
Şagirtê Bedirxan im.

Önceki ve Sonraki Yazılar