S. Çurukkaya: Dr.Seîd ji çiyayên Kurdistanê bipirsin bira ew bêjin ew kî ye

S. Çurukkaya: Dr.Seîd ji çiyayên Kurdistanê bipirsin bira ew bêjin ew kî ye

Merasima şandina cenazeyê Dr.Seîd ji bo Kurdistanê li bajarê Bremenê pêk hat.

A+A-

Merasima şandina cenazeyê Dr.Seîd Çurukkaya  ji bo Kurdistanê îro li bajarê Bremenê bi beşdariya nûnerên gelek partiyên kurd û qelabalixeke zêde pêk hat.

Di merasimê de birayê Dr.Seîd, Selîm Çurukkaya axavtinek kir. Çurukkayayî di axavtina xwe got, jiber dema ew di hebsê de bûye birayê wî Dr.Seîd hêj zarokekî 10 salî bûye û wan xweşik hev nedîtiye, nebûye şahidê jiyana wî lê ew ê dixwaze bira ji çiyayên Kurdistanê bipirse, ew ê bêjin bê Dr. Seîd kî ye. Birayç mezin ku birayê du şehîdên dinê ye, di dumahîka axvtina xwe de got; Bitayê min ji bo nedixwest bo 'Demokratik Tirkeyeyê' şer bike ji PKKê veqetiya, hat Almanyayê li Almanyayê careke din xwend, xwendina xwe qedand, bû xwediyê karê xwe û pereyek baş qezenc dikir, lê roja DAÎŞê êrîşî gel û welatê me kir, hat cem min û got ez ê biçim welatê xwe biparêzim.

Çurukkayayî di axavtina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdistanê û got; Divê em tev amade bin jiyana xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê de bidin. Çurukkayayî ji DYAyê û welatên Ewropî daxwaz kir ku di pûçkirina mayin û bombeyên dafikkirî de alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin.

Merasim piştî axavtina Çurukkayayî jî bi axvtinên heval û dostên Dr. Seîd dom kir.

Li gorî agahiyên ji malbatê, ew dê cenazeyê Dr. Seîd sibê bi balafirekê bibin Hewlêrê û ji wê jî bibin gundê xwe Çilkaniyê û wî li wê veşêrin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin