Rûsyayê hatûçûna asîmanî û bêjahî ya Sûriyê girt!

Rûsyayê hatûçûna asîmanî û bêjahî ya Sûriyê girt!

Rojnameya Haaretz a Îsraîlî ragihand ku Rûsyayê li perava Sûriyê dest bi operasyonê kiriye û piştî xistina frokeyên xwe û mirina 15 leşkerên xwe, Rûsyayê bo bergiriyê, hatûçûna Asîmanî û bêjahiyê li Sûriyê girtiye.

A+A-

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî xistina frokeyên wan, daxuyandibû ku wê hin bergiriyan bigirin. 

Rojnameya Îsraîlî Haaretz di nûçeya xwe ku dispêre çapemeniya Kibrisê, ragihand, hatûçûna asîmanî, li Sûriyê heta heftiyekê wê girtî bimîne.

Piştî xistina Balafira IL 20 a Rûsî, Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê, Îsraîl sucdar kiribû, Îsraîlê jî Sûrî sucdar kiribû.

Hate gotin Şandeyeke bi serektiya Fermandarê hêzên Asîmanî yê Îsraîlê Amikam Norkin, biçe Moskowê da ku agahiyên di derbarê IL 20ê de digel Rûsyayê parve bikin. 

Serokê Sûriyê Beşar Esad jî got ev karesata balafirê, ji ber nefsmeziniya Îsraîlê çêbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin