Rûsyayê Çiyayê Kurdan bombebaran kir

Rûsyayê Çiyayê Kurdan bombebaran kir

.

A+A-

Firokeyên Rûsyayê çeperên li Çiyayê Kurdan bombebaran kirin. Herwiha ji ber mûşekbarana hêzên rejîma Sûriyê li başûrê Idlibê zarokekî jiyana xw ji dest da û 5 kes birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokê Kifêr li başûrê bajarê Cisir Şixûrê yê Idlibê mûşekbaran kirin.

Li gor zanyariyên wê rewangehê, di encama mûşekbaranê de zarokekî canê xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Herwiha firokeyên Rûsyayê jî navçeya Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê û çeperên Çiyayê Kurda li bakurê Laziqiyê bombebaran kirin.

Ji destpêka Îlonê ve, firokeyên Rûsyayê 157 êrîş li Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin