Rûsyayê civîna çar alî ya li Stenbolê wê pek bihata derewand

Rûsyayê civîna çar alî ya li Stenbolê wê pek bihata derewand

Hikûmeta Rûsya red kir, ku civîneke çar alî di navbera wê û Almanya û Firensa û Tirkiyê de, li Stenbolê bê lidarxistin.

A+A-

Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê Demtri Peskov red kir, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 7 Îlonê de, li Stenbolê ligel Serokê Tirkiyê û yê Frensa û Şêwirmenda Almanî bicive û got: Ti civîneke çar alî derbarê Sûriyê li Stenbolê tune ye.

Peskov diyar kir, ku niha welatê wî amadekariyan ji bo lidarxistina gera 11an a civînên Astanayê dike, ku biryar e di destpêka Îlona dahatî de, dest bi karên xwe bike.

Hefteya borî, ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve hatibû ragihandin, ku civîneke çar alî, wê ji bo rewşa Sûriyê, li bajarê Stenbolê, bi amadebûna serokên Tirkiyê, Rûsya, Fransa û Almanyayê bê lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin