Rûsya û Ukraynayê peymana genim îmze kirin

Rûsya û Ukraynayê peymana genim îmze kirin

.

A+A-

Şandên Rûsya û Ukraynayê ku îro li Stenbolê civiyan ji bo veguhestina dexlûdanê Ukraynayê gihîştin rêkeftinekê.

Merasîma îmzakirina peymana sewqiyata genim a ku dê bi beşdariya Ukrayna û Rûsyayê bê lidarxistin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî tê de amade bûn, dê li ofîsa Koşka Dolmabahçeyê hat kirin.

Şanda Rûsyayê ku di nav wan de Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî heye, ji bo beşdarî merasîma îmzekirina peymana veguhestina dexlûdanan bibe, gihîştibûn Stenbolê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Merasima Îmzekirina Peymana veguhestina Dexlûdanan a ku li Ofîsa Dolmabahçeyê hat lidarxistin de axivî.

Guterres: Hêviya cîhanê ji her demê bêhtir bi vê heye

Guterres di axavtina xwe de anî ziman ku îro li Deryaya Reş çiraya hêviyê heye û got “ Hêviya cîhanê ji her demê bêhtir bi vê heye. Komara Tirkiyê, Brêz Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her qonaxeke vê pêvajoyê bi saya nêzîkatiya te ya îsrar pêk hat. Ez ji nûnerê Ferderasyona Rûsyayê û Ukraynayê re dibêjim we rêya hewldaneke wiha vekir. Di vê navberê de di vê hevdîtinê de berjewendiya mirovahiyê ji bo her kesiî giring bû. Li vir bal kişand ser hemû aliyên cîhanê. Ev peyman bi rastî ji bo cîhanê tê îmzekirin.”

Erdogan: Dê li Stenbolê navendeke koordînasyonê bê damezirandin.

Piştî Guterres Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî axavtinek kir.

Erdogan di axavtina xwe de wiha got “Bi metna ku îro li ser hat lihevkirin, em ê bi hev re tevkariyê bikin da ku pêşî li xetereya birçîbûnê ya ku li çar aliyê cîhanê ji Afrîkayê heta Rojhilata Navîn, ji Amerîkayê heta Asyayê li benda bi milyaran mirovan bigrin. Dabînkirina ewlehiya peydakirina cîhanê di çandinî û hilberên xwarinê de ji gelek aliyan ve girîng e.”

Herwiha Edogan amaje bi wê yekê kir ku bi vê pêngavê ji ber pêla germê û hişkesaliyê ya ku bibe sedema kêmbûna berhemanînê dê rê li ber bilinbûna bihayên gengaz bigrin û got “Em her weha alîkariya kontrolkirina enflasyona xwarinê, ku bûye pirsgirêkek cîhanê dikin. Helbet em ji nişke ve nehatin vê xalê.

Ji bo genimê di depoyên Ukraynayê de bi rêya Deryaya Reş de hinarde bikin me bi rayedarên Ukrayna û Rûsyayê û rayedarên Neteweyên Yekbûyî re pêvajoyeke giran û dijwar meşand. Di vê pêvajoyê de em bi hevtayên xwe yên Rûs û Ukraynî re her tim di nava têkiliyê de bûn.”

Erdogan spasiya Putin û Zelenski kir û wiha berdewam kir “Bi seyrûsefera keştiyan a ku dê di rojên pêş de dest pê bike, em ê ji Deryaya Reş boriyeke nû ya nefesê ji gelek welatên cîhanê re vekin.

Ji derketina keştiyan bigire heya çûna wan a bi ewle û gihîştina benderê li ser hemû pêvajoyan lihevkirinek pêk hat. Cîbicîkirin û çavdêriya vê plana pir girîng dê ji aliyê navenda koordînasyona hevpar a ku li Stenbolê bê avakirin ve bê kirin.”

Naveroka rêkeftina hinardeya genimê Ukraynaya û Rûsyayê

-Dema Rêkeftinê 120 roj in

-Paqijkirina benderên Ukraynayê ji mînan

-Ji bo derbasbûna keştiyan bikaranîna rêyên ewle

-Avakirina navendeke hevahengiyê li Stenbolê

-Pişkînîna çekan  bo ew keştiyên diçin Ukraynayê

-Tevgera keştiyan di çend heftiyan de destpêdike

Amerîkayê kefxweşiya xwe ji peymanê re ragihandibû

Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ned Price duh di civîneke çapemeniyê de diyar kiribû ku welatê wî pêşwazî li Peymana Şandina Dexlûdanan dike ku dê îro bi mazûvaniya Tirkiyê were îmzekirin.

Putin: Em dê ji hinardekirina dexlûdanên Ukraynayê bibin alîkar

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beriya lûtkeya dexlûdanan a ku îro piştî lûtkeya sê alî ya li Îranê bê lidarxistin daxuyaniyên girîng dabû. Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku "dema hemû qedexeyên li ser dabînkirina genimê rûsî rabin, ew amade ne 50 milyon ton hinarde bikin. Em ê di hinardekirina genimê Ukraynayê de bibin alîkar, lê em ji vê yekê dimeşin ku dê hemî qedexeyên li ser peydakirina dexlê Rûsî werin rakirin. Heta niha ti îtîraz ji kesî nehatiye. Di nav wan de hevkarên me yên Amerîkî. Ka em bibînin ka dê ji vê yekê çi derkeve."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin