Rûsya û Tirkîye dîsa li ser Idlibê gotûbêj dikin

Rûsya û Tirkîye dîsa li ser Idlibê gotûbêj dikin

Tirkîye li Idlibê tengav bûye

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsên Rûsya û Tirkîyê dîsa li ser rewşa herêma Idlib ya Sûrîyê hevdîtin dikin.

Şandên Rûsya û Tirkîyê di derbarê Idlibê de ku berîya çend rojan dest bi hevdîtinan kiribûn û navber dabûn hevdîtinên xwe, îro dîsa li Enqerê dicivin.

Di nav şandên her du welatan de, nûnerên Wezareta Berevanîyê, Wezareta Derve, berpirsên îstixbaratê û fermandeyên artêşê hene.

Di hevdîtinan de, şanda Rûsî dê hevahengîya Rûsî û Tirkî li Sûrîyê û çarenivîsa xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li Idlibê, yên niha li navçeyên di bin kontrola artêşa Sûrîyê de ne, guftûgo bikin.

Di hevdîtinên pêr (8 vê mehê) de ku 3 demjimêran berdewam kiribûn, ti encameke berbiçav jê derneketibû.

Artêşa Sûrîyê bi piştevanîya firokeyên Rûsî êrişî gundewarê Idlibê dike û gelek gund û bajarok û rêya serekî ya M5 kontrol kirîye û hejmarek ji xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê yên li Idlibê ne jî, li navçeyên di bin kontrola artêşa Sûrîyê de mane.

Tirkîye gelekî li Idlibê tengav û aciz bûye ji ber wê jî serkomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan roja 5 Sibatê oltîmatomek da artêşa Sûrîyê û got: “Heger artêşa Sûrîyê heta dawîyê meha Sibatê venekişe piştî xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li parêzgeha Idlibê, artêşa Tirkîyê dê wê neçar bike vekişe”.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin