Rûsya û Fransa liser hevahengîya hevbeş li Sûrîye rêkeftin

Rûsya û Fransa liser hevahengîya hevbeş li Sûrîye rêkeftin

Putin û Macron liser berdewamîya hemahengîya serbazî ya hevbeş li Sûrîyê ji bo rûbirûbûn a terorê rêkeftin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Koçka Serokatîya Rûsyayê Krêmlin di daxûyanîyekê de ragihand, îro Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin digel hevpostê xwe yê Fransî Emmanuel Macron di pêwendîyek telefonî de, pêşhateyên li Sûrîyê gengeşe kirin, û liser berdewamîya hemahengîya serbazî ya hevbeş ji bo rûbirûbûn a terorê li wî welatî lihev kirin û tekezî li giringîya destpêkirina karê komîta destûrê Sûrîyê û birêxistinkirina alîkarîyên mirovî ji bo wî welatî kirin.

Krêmlinê dîyar jî kir, her du serokan ji bilî rewşa Sûrîyê, behsa pirsa Ûkrayna û pêwendîyên Rûsya û Fransa kirin.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin