Rûsya: Tirkiye daxwaza radestkirina zûtir a S400an ji me dike

Rûsya: Tirkiye daxwaza radestkirina zûtir a S400an ji me dike

Krêmlîn radigihîne, Tirkiye ji wan xwestiye ku sîstemên S-400 di demeke zûtir de radestî wan bike û di radestkirinê de tu paşxistin nîn e.

A+A-

Krêmlîn radigihîne, Tirkiye ji wan xwestiye ku sîstemên S-400 di demeke zûtir de radestî wan bike û di radestkirinê de tu paşxistin nîn e.

Peyvdarê Krêmlînê Dimitry Peskov da xuyakirin, di rêkeftina S-400 ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tu kêmasiyek nîn e û di dema xwe de dê werin radestkirin.

Da xuyakirin, radestkirin beriya demê ku hatiye plankirin tê kirin. Ev jî liser daxwaza Tirkiyê pêk tê û her tişt di çarçoveya planan de birêve diçe.  Peskov derbarê roj û meha radestkirinê de agahî neda.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar hê berê dabû xuyakirin, dibe ku radestkirina S-400 negihe meha Hezîranê, lê rêkeftin temam bûye di mehên pêş de dê werin radestkirin.

Amerîka ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku wergertina sîstema berevaniya esmanî S 400 yên Rûsî dereng bixe. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, wan daxwaza Amerîka ya bo paşxistina rêkeftina S-400 qebûl nekirine û ji ber vê jî wan xwe ji bo dorpêçiyên Amerîkayê amade kirin e.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin