Rusya: Tevgera Tirkiyeyê neyê pêşbînîkirin

Rusya: Tevgera Tirkiyeyê neyê pêşbînîkirin

Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Konseya Federal a Rûsyayê Konstantîn Kosaçev bersîv da Mevlut Çavûşoglû ku welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û gotibû ku `Ji aliyê Rûsyayê ve îlheqa Kirimê nenasin`

A+A-

Konstantîn Kosaçev  destnîşan kir ku ew daxuyanî xizmeta başkirina têkiliyên Moskow û Enqereyê nake û got: 

"Têkilî pêwist e bi konjûktûra derve re girêdayî nebin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî yên herdu welatan bin."

 

Çavûşoglû welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û careke din destnîşan kiribû ku Enqere bi Rûsyayê ve girêdayîna Kirimê nas nake.

Konstantîn Kosaçev li ser wê daxuyaniyê dîyar kir ku `Tirkiye ji ber du mijaran di bin guşara Rojava de ye: Pêwistiya li welêt pêkanîna reformên sîyasî û tevgerên li hember kurdan li Sûriyeyê. Em wisa dihesibînin ku daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji ber wan guşaran manewraya ku bala Rojava bikşîne li ser Rûsyayê ye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin