Rûsya seferên bo Tirkiyê kêm dike

Rûsya seferên bo Tirkiyê kêm dike

.

A+A-

 Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Tatyana Golikova ragihand ku bi sedema pandemiyê navenda têkoşîna bi Kovid-19 ê re biryarê daye da di navbera 15 ê nîsanê û 1 ê hezîranê de bo seferên bo navbera Tirkiyê û Rûsyayê sînor deyne. Golikova di beyana xwe de weha got:

“Seferên balafiran di navbera Rûsya û Tirkiyê de yên nîzamî dê hefteyê 2 car bên kirin: Moskova – İstanbul û İstanbul – Moskova. Yên tûran firotine Tirkiyê, wesiyeta me bo wan heya 1 ê hezîranê seferan rawestînin. Tûrên berya wê rojê hatine kirîn, bo deverên dinan bên guhertin an bên paşdexistin. Seferên bo karmendên li Santrala Akkuyuyê yên Nukleerî yên Rûsyayê dê bêne parastin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin