Rûsya: Nabe Pirsa Kurd Li Sûriyê Bê Piştguhxistin

Rûsya: Nabe Pirsa Kurd Li Sûriyê Bê Piştguhxistin

Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekgirtî, Vasily Nebenzya ragihand, ku divê pirsa Kurd li Sûriyê neyê piştguhxistin.

A+A-

Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekgirtî, Vasily Nebenzya ragihand, ku divê pirsa Kurd li Sûriyê neyê piştguhxistin.

Di daxuyaniyeke taybet de, Balyozê Rûsya yê li Neteweyên Yekgirtî ku serokê vê gera Encûmena Asayişa Navdewletî ye, Vasily Nebenzya got: “Rûbirûbûna terorê nabe weke sedemekê ji bo piştguhxistina kêşeya Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê were bikaranîn.”

Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekgirtî herwiha got, ew dubeşiyê di daxuyaniya wezîrê derve yê welatê xwe de nabîne û tekez kir, çêdibe ku “dilgiraniyên rewa yên Tirkiyê” bêne çareserkirin û kêşeya Kurd jî neyê piştguhxistin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêr li Moksowê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş a li gel Wezîrê Derve yê Îranê de, tekezî li ser nehêlana nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê kiribû.

Sergey Lavrov di heman konferansa rojnamevanî de, amaje bi pirsa Kurd li Sûriyê jî kiribû û gotibû, nabe “navçeya aram” bandoreke xirab li ser pirsa Kurd bike.

Lavrov gotibû: “Bê guman weke min got, têgihiştina me ji bo xwesteka yasayî ya Tirkiyê heye ku ew ji asayişa sînorê xwe piştrast be. Em biryareke bi vî awayî pêwîst dibînin, bi mercekê bandora wê ya xirab li ser pirsa Kurd nebe ku yek ji pirsgirêkên cidî yên wê navçeyê ye.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dabû zanîn, ku ew “piştgiriya her core danûstandin û rêkeftinekê dikin, ku bandorê li ser nehîştina şer, dabînkirina aramiyê, gihandina alîkariyên mirovî û başbûna rewşa xelkê bike” û tekez kiribû, ew bi girîngî ve “çavdêriya danûstandinên Tirkiyê û Amerîkayê yên di derbarê navçeya aram” û parastian ewlehiya sînorê Tirkiyê de dikin.

Bi gotina Lavrov, Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya bo Moskowê de têkildarî mijara “navçeya aram û danûstandinên Enqere-Waşingtonê, zanyarî dane Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin