Rûsya: Me 133 hezar çekdar li Sûriyê kuştin

Rûsya: Me 133 hezar çekdar li Sûriyê kuştin

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê hûrgiliyên operasyonên serbazî yên 5 salan li Sûriyê aşkere kir ku 133 hezar çekdar li wî welatî kuştine.

A+A-

Rûsya di 30î Îlona 2015an li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê dest bi operasyonên serbazî li Sûriyê li dijî çekdarên opozîsyonê û DAIŞê kirin.

Di vê derbarbê de Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu di gotarekê de ragihand, berî destpêkirina operasyonan li Sûriyê, bi awayekî nehênî hêzeke serbazî li navenda Himêmîm hat avakirin. Ew hêz ji 34 firokeyên nû yên şer û 16 helîkopter, yekîneyên temwîn û piştevaniyê, pasewan û hêzên taybet pêk hatiye.”

Şoygu amaje bi wê da, avakirina vê hêza ku 2.5 hezar K.M ji Rûsyayê dûr, ji hemûyan re cihê sersamiyê bû.

Aşkere kir jî, şêwirmendên serbazî yên Rûsî di hemû dezgehên serkirdatiyê yên artêşa Sûriyê de jî cihê xwe girtin.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê ragihand, di vê heyamê de 133 hezar çekdar hatin kuştin, ji wan 4.5 hezar ji komarên berê yên Yekîtiya Sovyet bûn. Herwiha ji nava wan 865 kes serkirde bûn.

Got jî, erkê ku Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdar û Serok Vladimir Putin ji wan re li Sûriyê diyar kiriye, bi temamî bi cih kirine.

Tekez kir jî, rêxistina DAIŞê bi temamî li Sûriyê hatiye têkbirin û ti teroristek jî derbasî Rûsyayê nebûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin