Rûsya li Qamişlo Bingeheke Leşkerî Çêdike

Rûsya li Qamişlo Bingeheke Leşkerî Çêdike

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li firîngeha Qamişlo ya li bakurê Sûrîyê bingeheke helîkopteran ava kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ajansa nûçeyan ya Interfaxê ya Rûs da zanîn ku Rûsya helîkopterên leşkerî yên veguhastinê bi cîh kirine.

Li gor nûçeya ajansê li bingeha helîkopteran ya li Qamişlo sîstema berevanî ya esmanî, ewlekarîya erdê û navendên saxlemîyê hene.

Bi qasî 10 maşîneyên bi motor jî li bingeha Rûsan hatin bi cîh kirin.

Helîkopterên Rûs yên Mi-35 û Mi-8 li sînorê Sûrîye û Tirkîyê firînên nobedarîyê li dar dixin.

Li Qamişlo, Artêşa Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) heye.

Firîngeha li Qamişlo bi salan e di destê Artêşa Sûrîyê de ye û ji wir peywendîya bi Şamê re çêdibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin