Rûsya: Li Idlibê hêzên Tirkîyê û terorîst bûne yek!

Rûsya: Li Idlibê hêzên Tirkîyê û terorîst bûne yek!

Wezareta berevanîya Rûsyayê ragihand, hêzên Tirkîyê û terorîst li herêma Idlib ya Sûrîyê bûne yek û Tirkîye li wir qanûnên navdewletî binpê dike!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta berevanîya Rûsyayê, berîya hevdîtina serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn, daxuyanîyek tund li ser şerê herêma Idlib ya Sûrîyê da.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku xalên çavdêrîyê yên hêzên Tirkîyê û terorîst bûne yek ji ber wê jî her roj êrişî bingeha Himêmî, ku hêzên Rûsyayê tê de ye, dikin.

Wezareta berevanîya Rûsyayê her wiha daye zanîn, Tirkîyê bi zêdekirina hêzên xwe li Idlibê êdî qanûnên navdewletî binpê dike.

Tê gotin ku Erdogan û Putîn dê sibê (5 vê mehê) li paytexta Rûsya-Mosko li ser rewşa Idlibê bicivin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin