Rûsya: Li Idlibê dê operasyona leşkerî çênebe

Rûsya: Li Idlibê dê operasyona leşkerî çênebe

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand, ku li Idlibê dê ti operqasyoneke leşkerî neyê kirin.

A+A-

Sergey Şoygu piştî civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li Soçiyê, bersiv da pirsên rojnamevanan.

 

Li ser pirsa, “Gelo rêkeftina di navbera Erdogan û Pûtîn de tê wê wateyê ku li Idlibê operasyon çênabe?” Şoygo got: “Belê. Li Idlibê dê operasyoneke leşkerî neyê kirin. Hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê dê li Idlibê ti operasyoneke nû nekin.”

 

Derbarê pirsa, “Gelo hata hikûmeta Sûriyê ji vê yekê heye?” Sergey Şoygu diyar kir: “Hûrgûliyên li ser vê mijarê di kêliyên pêş de dê li gel hikûmeta Sûriyê werin gotûbêjkirin.”

 

Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn doh, li bajarê Soçî yê Rûsyayê li ser mijara krîza Sûriyê û Idlibê hevdîtinek pêk anîn û piştî civînê ragihandin ku wan li ser avakirina herêmeke bêçek li Idlibê lihev kirine.

 

Li gorî rêkeftina herdu welatan, ji bo pêşîgirtina pevçûnan dê li Idlibê di navbera grûbên opozîsyonê û hêzên rejîma Esed de herêmeke bêçekr were avakirin.

 

Herwiha Rûsya û Tirkiye dê li wê herêmê mifrezeyan bicîh bikin û dewriye bigerin. Tirkiye jî dê li bajêr xalên xwe yên çavdêriyê bihêz bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin