Rûsya: Îstîxbaratên Fransa û Belçîkayê li pey provakasyonê ne!

Rûsya: Îstîxbaratên Fransa û Belçîkayê li pey provakasyonê ne!

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê îdia kir; da ku Sûrî û Rûsya bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcdar bikin, milîsên li Îdlibê bi alîkarîya îstîxbaratên Fransa û Belçîkayê, provakasyonê amade dikin.

A+A-

Li gor nûçeya Sputnîkê, Serokê Navenda Lihevanîna Alîyên li Sûrîyê yê Rûsyayê Vîktor Kupçîşînî îdia kiriye ku milîsên li Îdlibê di amadebaşîya provakasyona bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî sivîlan in, bo vê yekê jî nûnerên îstîxbaratên herdu welatên Fransa û Belçîkayê hatine Îdlibê.

Hat gotin ku xebatkarên îstîxbaratên herdu dewlatên Fransa û Belçîkayê, digel nûnerên Heyet Tahrîr'u-ş Şam û Mîxferên Sipî, hevdîtin pêk anîne û di hevdîtinan de li ser dîmenên bo nîşandana weke Sûrî û Rûsyayê çekên kîmyewî bi kar anîbin, hatiye nirxandin.

Hat ragihandin, di kişandina vîdyoyan de bo her mirovên ku beşdarî kêşanan bibin û rola birîndarên bi çekên kîmyewî birîndar bûne dê bilîzin, 100 dolar sencandin hatiye dîyarkirin.

Kupçîşînî herwiha îdia kir, di 23ê Adarê de, di bin kontrola îstîxbara Fransayê de, madeyên kîmyewî bo Îdlibê hatine veguhastin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin