Rûsya hewl dide navbênkariya Şam û Rêveberiya Xweser bike

Rûsya hewl dide navbênkariya Şam û Rêveberiya Xweser bike

.

A+A-

Rûsya hewl dide, ku navbênkariyê di hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de bike, ji bo bigihin rêkeftinekê li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Rûsya hewlên xwe zêdetir kirine, ji bo navbênkariya di navbera hikûmeta Sûriyê û opozisyonê, û hikûmeta Sûriyê û Kurdan de, lê tekez dike ku Kurd ne yekrêz in û dijminatiya hevdû dikin.

Çavên civaka Rojavayê Kurdistanê li rêkeftinekê di navbera  Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ye.

Rêveberiya Xweser radigihîne, ew amade ye bê merc bi berpirsên Şamê re bicive, lê her mercên hikûmetê bi wan giran û dijwar in.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ji Rûdaw re diyar kir, ku ti guftûgo û diyalog di navbera wan û hikumeta Sûriyê de tune ye.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê got: “ Ti giftûgo û diyalog di navbera me û hikumeta Şamê de tine ye. Rêveberiya Xweser dixwaze ku ev yek hebe ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi şêweyekî aştiyane û demokratîk, lê mixabin heta niha em wek Rêveberiya Xweser di wê têkoşînê de biserneketine. Ji ber hişmendiya rejîma Sûriyê diyalogê erê nake, hevdîtinên me yên bi dewleta Rûsî re em her dem daxwazê ji wan dikin fişarê li ser hikumeta Sûriyê bike û bi awayekî cidî beşdariyê li danûstandinan bike.”

Rûsya ji bo lihevkirinekê di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de tevdigere. Siyasetmedarên Rûs dibêjin, Rûsya gefên Tirkiyê li hember Rêveberiya Xweser bikar tîne, da ku deverên jêr destê xwe radestî hikumetê bike.

Derbarê vê mijarê de Serokê Enstîtuya Rojhilata Nêz Yevgeniy Satanovskiy dibêje: “Diyar e çareseriya qeyrana Sûrî nêz dibe. Moskow jî lez daye rola xwe ya navbeynkariyê di navbera Şam û Opozîsyon û Şam û Kurdan de. Lê di eniya Kurdan de ti yekrêzî tine ye û dijmntiya hevdu dikin. Jixwe Erdogan jî vê yekê pir baş bikar tîne. Moskow tenê yekpariya erdê Sûrî dixwaze  û rola wê tenê navbeynkarî ye. Ka lîderên Kurdan di nava vê yekpariyê de, bi Şamê re li ser çi lihev bikin, ew girêdayî bi Kurda ye.”

Hikûmeta Sûriyê pilan dike ku ti hêz ji bilî artêşa wê li navçeyên Rêveberiya Xweser nemîne û serwerî û deshilata xwe li hemî bajaran vegerîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin