Rûsya: Hevdîtina Barzanî bi Pûtîn û Lavrov re

Rûsya: Hevdîtina Barzanî bi Pûtîn û Lavrov re

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre, ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kom bû

A+A-

Di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersbûrgê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinek pêk anî.  

 

Di duyemîn roja Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersbûrgê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinek pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre, ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kom bû.  

Îro danê nîvro 02-06-2017, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî de, li bajarê Saint Petersbûrgê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevdîtinek pêkanî.

Piştî civînê Serokwezîr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku di civînê de asta pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê, çawaniya tekoşîna li dijî DAIŞê, rewşa Sûriyê kirine û got: “Jiber hevkariya şerê terorîstên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê me spasiya Rûsyayê kir. Ji bo pêşxistina pêwendiyên me ji her aliyê ve, ev kombûn bû derfetek. Bi taybetî jî di warê siyasî û aborî de.”

Barzanî destnîşan kir, ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê baş in û ew hêvîdikin, ku baştir jî bin.

Hêjayê gotinê ye, ku şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersburgê li Rûsyayê ye.

Di şandeya Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî (Enerjî) Aşît Hewramî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî cih digirin.

Şanda Kurdistanê di du rojên derbasbûyî de ligel berpirsên kompanya Gazprom û Rosneftê û herwiha Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak hevdîtin pêk anî.

Barzanî di hevdîtinê de pêwîst zanî, ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê tenê di warê enerjiyê de nemîne û kertên weke pîşesazî, çandin û yên din jî vegire, lewma jî ji hikûmeta Rûsyayê xwest, kompanyayên rûsî hanbide da ku li Kurdistanê kar bikin.

Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak jî ragihand, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên enerjiyê ligel Herêma Kurdistanê pêşve bibin.
rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin