Rûsya: Eger Tirkiye balafiran bifroşe Ûkraynayê em ê têkiliyên xwe ji nûh de binirxînin

Rûsya: Eger Tirkiye balafiran bifroşe Ûkraynayê em ê têkiliyên xwe ji nûh de binirxînin

.

A+A-

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yuri Borisov ragihand ku eger Tirkiye balafirên bê mirov bifroşe Ûkraynayê û firotinê dewam bike, ew ê car din têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re di ber çav de derbas bikin. Borisov bi mijara babetan de behsa têkiliyên hevkariya leşkerî û teknînîkî dike ku di ber çav de derbas bikin.

Ragihandina Borisov ket piştî axaftina serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Ûkrayna di sala 2019 an de lihev kiribûn û Ûkrayna ji Tirkiyê balafirên bêmirov yên bi navê Bayraktar TB2 kirîbûn û test kiribûn. Ûkrayna xwestibû bi şîrketa Tirkiyê ya Roketsanê re hevkarî bike ku balafirên Tirkiye çêdike ya bi navê MAM-L yan bi mikro muhîmmatan re bikemilîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin