Rûsya: Dibe ku Amerîka ji Sûriyê venekişe

Rûsya: Dibe ku Amerîka ji Sûriyê venekişe

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji medya Rûsî re ragihand, ji vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bi guman in û texmîn nakin hêzên xwe temamî bikişîne.

A+A-

Ryabkov li ser pirsekê got, “Li demeke ku alîgirên Washingtonê yên mayîna wê ya li Sûriyê gelekî zêde ne û Amerîka jî di pey pêşbaziya serwerbûna li her derê dinyayê de ye, ez xeyal nakim ku dê Amerîka bê şer merc hebûna xwe ya li Sûriyê bi temamî bidawî werîne. Min dixwest bawer bikim.”

Ryabkov herwiha diyar kir ku dê di demeke nêzîk de li ser vekişîna Amerîkayê gelek aktor bandorê bikin û got, "Em dibînin ku ji rêveberiya Amerîkayê derdorên cuda hinek sinyalan didin”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin