Rûsya di nava 2 hefteyan de S 300 dide Sûriyê

Rûsya di nava 2 hefteyan de S 300 dide Sûriyê

Wezareta bergîriyê ya Rûsyayê proseya radestkirina sîstema berevaniya esmanî S 300 ji bo Sûriyê bileztir dike.

A+A-

Wezîrê Bergîriyê ya Rûsyayê Sergey Shoygo îro di gotarekê de ragihand, Rûsya dê di heyama du hefteyan de sîstema berevaniya esmanî S 300 radestî Sûriyê bike.

Herwiha Sergey Shoygo got, bûyera xistina firokeya Rûsî hîşt ku Rûsya tedbîrêm guncaw bigre dest, bi armanca parastina ewlehiya leşkerên xwe yên li Sûriyê şerê terorê dikin e.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê ya Rûsyayê piştî wê yekê tê, hefteya bûrî 17ê vê mehê di dema êrîşa firokeyên Îsraîlê li ser Sûriyê de, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê bi şaşîtî firokeyeke Rûsî ji cureya Il 20 xistibû xawrê û di encamê de 15 leşkerê Rûsî hatibûn kuştin.

Aşkere kir jî, bilezkirina dana S 300 bo Sûriyê li biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hat. Herwiha dê sê gavên din ên bihêzkirina karînên sîstema berevaniya Sûriyê jî bigire ber.

Amaje bi wê jî kir, di sala 2013an de û li ser daxwaza Îsraîlê Rûsyayê proseya radestkirina S 300 bo Sûriyê rawestandibû, lê niha ew rewş hat guhartin.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê kremlinê Dimitry Peskov tekez kir ku dana sîstema berevaniya esmanî S 300 bo Sûriyê ne li dijî ti welatekî din e, tenê bo parastina ewlehiya hêz û leşkerên Rûsî yên Sûriyê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin