Rûsya: Amerîka xiyanet li kurdan kir

Rûsya: Amerîka xiyanet li kurdan kir

Demitry Peskov ragihand, Amerîka li Sûrîyê xîyanet li kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê koşka serokatîya Rûsya, Kremlîn, Demitry Peskov li ser pêwendîyên Amerîka û kurdan ragihand, Amerîka hevalbendê kurdan bû li Sûrîyê li hember êrişên Tirkîyê pişta xwe da kurdan.

Demitry Peskov her wiha da xuyakirin, Amerîka dest ji kurdan berda û xîyanet li wan kir. Niha jî dixwaze kurdan li ser sînor bihêle û bi tirkan re bide şerkirin.

Bi gotina wî berpirsê Rûsya, eger kurd ji sînor venekişîyaban dê ji alîyê artêşa Tirkîyê ve hatiban perçiqandin.

Gelek berpirs û beşek mezin ji xelkê Amerîka jî mîna wî berpirsê Rûsya hizir dikin û dibêjin, Amerîka xîyanet li kurdan kir.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin