Rûsya: Amerîka û HSDê nikarin navçeyên xwe biparêzin

Rûsya: Amerîka û HSDê nikarin navçeyên xwe biparêzin

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, Amerîka û Kurd nikarin navçeyên xwe yên li rojhilatê Firatê biparêzin.

A+A-

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ragihand, rewşa ewlehiyê li navçeyên rojhilatê Firatê yên di destê Amerîka û Kurdan de ne têkçûyî ne û dibe çalakiyên DAIŞê li wir zêde bibin.

Da zanîn, di dema dawiyê de DAIŞê êrîşên xwe li wan navçeyan zêde kirine û ji destpêka meha Cotmehê û ta niha DAIŞê 57 caran êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.

Konashenkov got jî, hêzên Kurdî û Amerîkî nikarin navçeyên di destê wan de ne biparêzin û DAIŞ kariye navçeyên jidest dane di vê dawiyê de vegerînin bin kontrola xwe.

Ev daxuyaniyên Igor Konashenkov di demekê de ne, berî çend rojan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, DAIŞê di êrîşeke berûvajî de karî bajarokê Sosê yê li rojhilatê Dêrzorê ji destê HSDê derbixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin