Rûsya: Amerîka serbazan dişîne sînorê Venezuelayê

Rûsya: Amerîka serbazan dişîne sînorê Venezuelayê

Li gor nûçeya Reutersê, Wezareta Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku hevpeymanên NATOyê nîqaşan dikin çawa opozîsyona Venezuelayê çekdar bikin.

A+A-

Rûyayê ragihand ku Amerîkayê serbazên xwe yên hêzên taybet veguhastiye sînorê Venezuelayê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova herwiha ragihand Amerîka û hevpeymanên wê yên li NATOyê wê li ser mijara çekdarkirina opozîsyona Venezuelayê gotûbêj bikin.

Li gor Zaharovayê, karwana alîkariyê ya ku Amerîkayê bi rê kiriye, bo provakasyon li pevçûnan bikin, hatiye birêkirin û got: "Dê sibê provakasyoneke mezin û xeternak tê plankirin."

Li aliyekî din daxuyaniyeke weke Rûsyayê ji Çînê hat. Revebiriya Pekînê got şandina alîkariyan bi zorê, dê bibin sedema pevçûnan û ew li dijî destwerdaneke leşkerî ya li wî welatî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin